Tirşik-Pirtûk


Cûreyên pirtûkan
Roman, Çîrok, Helbest, Lêkolîn, Dîrok, Dîn, Ziman, Zarok, Bîranîn, Şano, Bîyografî, folklor, Çand, Tendûristî, Tip, Hevpeyvîn, Portre

Weşanxane
.
alan Yayıncılık
Altın kitaplar
American Psychiatric Association
Anansi International
APEC
Aras
Ava
avesta
Ayrinti
ayrinti yayinlari
Azad
Belkî
Bilgi yayınevi
Bloomsbury
Cambridge University Press
Chatto & Windus
Dara
deng
dipnot
Doğan Kitap
Doğan solibri
domingo
Doubleday
Doz
Element
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
epsilon
Esmer Yayınları
Everest
Evrensel basım yayın
Gollancz
Harper Perennial
Hedef Ay Yayınları
hêlîn
hîva
İletişim
İsmail Beşikci Vakfı
ithaki
J&J
Kolektif Kitap
kor
lîs
Malpera torê (https://sites.fas.harvard.edu/~iranian/Kurmanj
MELSA
Metis
morî
Na
Navis
nûbihar
Nûdem
Penguin Books
pêrî
peywend
Pinar
PM Press
Riverhead Books
Ronahî
Roşna
Rûpel
sewad
Sîtav
Teach Yourself
Thames & Hudson
Tmmob
Touchstone
tubitak
TÜRKİYE İŞ BANKASI KÜLTÜR YAYINLARI
tutku
Vadî
vate
Vintage
Vintage International
wardoz
weqfa mezopotamyayê
Weqfa Tahîr Elçî
Weşanên Aram
Weşanên AVA
Weşanên avesta
Weşanên Bangaheq
Weşanên berbang
weşanên Dara
weşanên darayê
Weşanên do
Weşanên J&J
Weşanên Kurdistan - Kurdistan Verlag
weşanên lîs
Weşanên Lîsê
Weşanên Na
Weşanên Peywend
Weşanên Ronahî
Weşanên si
Weşanên Vate
weşanên wardoz
weşanên wardozê
Weşanên Welat
Weşanên Weqfa Navneteweyî ya Jinên Azad (International Free
weşanxaneya belkî
weşanxaneya j&j
weşanxaneya sîtav
weşanxaneya wardozê
weşanxaneya ykyê
Weşanxaneyê Roşna
yapi kredi
YAY
Yordam Kitap
Yurt Kitap Yayın
Yurt Kitap-Yayın

parîsabad

 Fawaz Husên

 

 avesta


 2010


 kurmancî

 

 104

 çîrok

 2014.12.07 18:56

 simurg56

 Di Parîsabadê de, di van kurteçîrokan de ku mirov dikare wan wek beşên romaneke hevgirtî bixwîne, Fawaz Husên li sermijara derbideriyê, li Ewropayê û bi taybetîli ser Parîsê, dinivîse. “Di destexaniyê xwe de, li qata heftan, li bajarê Parîsê, bîranînên min wek libên tizbiyek kehreban di destê deqandî yê kalemêrekî de didin dû hev. Li Porte des Lilasê, ez hem hespekî textînî me, hem jî ew lawikê ku lê siwar bûye. Ji bîst û pênc salan ve ku ez ji deşta Mêrdînê dûr ketime, ez bawer dikim ku hespê min bi çargavî dinyayê li bin guhê hev dixîne, lê ew bi rastî di cîhê xwe de dimîne û di defa sînga Amûdê de diçe xwarê. Ez bawer dikim ku ez li Parîsê me, li paytextê Fransayê me, lê ez hema erd û zeviyên gundê Kurdoyê dipîvim û xwe ji serê girê wî digindirînim. Erê ez li kêleka çemê Seinê dijîm, û ji do êvarê de pir diçelmisim, lê ez bi roj û şevan dikevim çemê zaroktiya xwe û ez di hembêza bavê xwe de ajne û sobahiyê dikim.” Labîrentabad Yek ji bûyerên bi karesat ku bi serê kurdan de hatine bûyeraderbideriyê, koç û belawelabûna kurdan ya ji welatê xwe ber bi welatên biyanî, nenas e. Bi milyonan kurd ji ber zilm û kotekiya serdestên xwe yên ereb, faris û tirkantûrikê xwe avêtin milên xwe û pişta xwe dane asoyên welatên xwe yên efsûnî û diwelatên serma û seqemê de; di nav çand û zimanên biyanî de derketin. Kurdênderbiderbûyî tûrikê xwe vala nebiribûn; di tûrikên wan de welatê bav û kalan,welatê zaroktiya wan; çem û kaniyên wan; ezman û stêrikên wan hebûn. Herçiqasî bi awayekîfizîkî ew ne li welatê xwe bûn jî, herçiqasî bi hezaran kîlometreyan ew jiwelatê bav û kalan dûr bûn jî, çiya û zerya û oqyanos ketibûn navbera wan ûwelatên wan jî, hişê wan gelek carinan bi bask dibû, geh dibû bilbil û geh jîdibû kund û li ser kavilên welatê xwe dest bi xwendina êşê, bêrîkirinê dikir. Helbet, ev “KoçaMezin”, ev derbiderî, êş û karesatên wê diviyabû biterisiya ser kaxezê.Diviyabû ev kavilistan, ev hişê wêran, ev rewşa şîzofrenî di neynika edebiyatêde xwe bida der. Diviyabû derbider di vê neynika derizî, xumamgirtî de pêrgîdengên xwe yên dewixî, rûyê xwe yê çilmisî, awirên xwe yên bênasname bihata. Ma edebiyat ne li serkavilan ava dibû? Ma kavilistaneke ji kavilên Amîdabadê berfierhtir hebû? Ma neAmîdabadê ji kurdan re bibû bihuşt? Abîdabad û Parîsabad…Şîzofreniya derbiderên kurd.. di nav çand û zimanê biyanîde lêgerîna welatê bav û kalan e, lê dîse jî windabûna wan ya di Parîsabadê deye. Amîdabad & Parîsabad Fawaz Husênî diAmîdabad û Parîsabadê de mijara derbideriyê, “Koça Mezin” vegotiye. Fawaz Husêndi Amîdabad û Parîsabad’ê de bi disîplîna erdkologekî ku di biniya erdê de liqehf û qola digere, qelema xwe li hawîrdor û ser û binê derbideriyê digerîne ûhîkariyên neyînî yên ku derbideriyê bi serê derbideran de aniye li ber çavên meradixîne. Husên, qelema xweweke kelemekê bi kar tîne û bi wê kelemê hiş û mêjiyên derbideran ta ku hiş ûmêjî xwînî bibe dixiritîne. Di Amîdabad û Parîsabadê de Fawaz Husên herçiqasîli rêyeke vekirî, rêyeke ku bikaribe derbiderên xwe ji derbideriyê rizgarbike digere jî mixabin ku rêyekê nabîne. Ji bo vê jî Amîdabad û Parîsabad di bingehaxwe de Labîrentabad e. Tenê rêyeke vekirî yavê Labîrentabadê heye ku ew jî Amîdabad e. Lê ev rêya vekirî kesê Labîrentabadêdernaxe aramiyê. Loma Amîdabad herçiqasî welatê derbideran be jî, êdî ewbiyaniyê Amîdabadê ne. Loma carekê wan Amîdabad terikandiye. Êdî mewsîm ûxwezaya Abîdabadê; takekes û civaka wê; çand û hunera wê bi derbideran biyanîtê û ji bo vê sedemê jî derbider ji bêgaviyê dîse pişta xwe didin Amîdabadê ûberê xwe didin Parîsabadê; ango Labîrentabadê, bi hêviya ku li Parîsabadê destbi jiyaneke aram bikin. Gelo wê bikaribin hînbibin? Parîsabad û Amîdabad vê bersivê nade xwendevanên xwe. Gelo ew dê tim direwşa şîzoforenan de bijîn û lingekî wan tim li Parîsabad û lingekî wan tim dêdi Amîdabadê de be, yan wê rojek bê û hemû Parîsabadî wê rahêjin tûrikênxwe û li welatê xwe vegerin? Di Amîdabadê dederbiderê me naçe Amîdabadê. Di rê de hin pere dikevin destê wî û ji trêna xwedimîne. Di Parîsabada ku piştî Amîdabê bi 9 salan hatiye nivîsin de emdibînin ku derbiderê me piştî çend rojan li Amûdê dimîne û fêhm dike ku êdî ewnikare li Amûdê bijî û dîse li Parîsabadê vedigere û Parîsabad bi vî awayîxelas dibe. Lê em nizanin ka gelo wê çi bi derbiderê me bê. Gelo wê hînî wirbibe û wir ji xwe re bike war yan na? Gelo ew dê di nav çand û zimanênParîsabadê de winda bibe yan na? Wê bikaribe xwe ji nexweşiyên xwe xelas bike? Bersiva van pirsan ûpirsên di vê çarçoweyê de nehatine dayîn. Ji bo vê jî em dikarin bibêjin kumijara derbideriyê di Fawaz Husênî de hîn xelas nebûye û bi berhemeke din liser heman mijarê dikare were pêşberî me. Bi dilxweşî em dê berhemeke din ya ditehm û çêja Abîdabad û Parîsabadê de, ya ji destê Fawaz Husênî pêşwazî bikin. Şengul Ogur , www.kulturname.com, 01.12.2011-01-12 BÎR/BIRÎN/EK OTOBIYOGRAFÎK: PARÎSABAD ... Fawaz Husên di romana xwe yabi navê Parîsabad ê de bi pey wan xweziyên xwe yên binpêkirî, dewisandî dikeve.Bi pey war, boçûn û sedemên derbideriya xwe dikeve. Lewma dixwaze tomografiyaserê xwe bikşîne; balkêş e, diktor jê naxaze, ew bi xwe tomografiyê dixwaze! Bipey wî Xwedayê ‘rehman û rehîm’ dikeve. Heta wisa zor dide ku “Xwedayê Bi Tenê”jî tîne xwarê û wek tîp diaxivîne. Serkeftina herî balkêş bi ya min ev e. Çimkîew Xwedayê ku bi riya Rozlîn a çavnîsk/çavşîn û solpahnê, ‘bibe’ ya xwe yapîrozwer dibişkivîne bi rengdêra xwe ya ‘rehmanî’ têk diçe. Nivîskar, Xweda jiasta wî ya jorîn dadixîne xwarê û bi şêwazek aqîlane, bi tevnek wêjeyî‘rehmanî’ ya Xweda têk dibe. Serhildana xwe ya li dîjî Xwedayê Bi Tenê bihelwesetek aram bi seknek dûr; bi tevger û helwestên wî rexne dike. Xwedayê BiTenê li xwe mikur tîne; wek “heval xwe rexne bike/ Xweda xwe rexne bike”.Xwedayê Bi Tenê her çiqas bi milyonan salane veşarî be jî ji jor hatiye û lidawiya rêzê runiştiye û ji wext û demê qedîm û pîrtir dixuye. Heta ku Rozlîn navê wî rih ûpor dirêjî dipirse dîmen dıguhere, perde radibe ji ber çavan, zengelorka xwe yaku ji milyonan salan kar nekiriye nerm dike û ji nişka ve dibêje: “Xwedayê BiTenê”! Ev ceribandin bi ya min gelek serketî ye. Çendî çîroka Rozlîn û Jînêtêbi hurgiliyên xwe di serî de me hinek ji mijarê dûr bixîne jî bi girêdanaXwedayê Bi Tenê bi ya min mijar ji nav geremolê derdikeve û di nav pêlênhewesên Rozlînê de şil nabe. Îja li vir em dikarin Xwedayê lixewmikurhatîbibînin. Hatiye hewara evda xwe û wê dighîne hewesên wê. Çimkî du destênRozlînê hene û bi van du destan nikare bigihîje her tiştî. Û bi hemû tevgerênxwe dil dibijîne Jînêtê. Çimkî Jînêt wek jinxwedayek e û her şev dikare ji xwere yekê nû bibîne û xwe hênik bike. Lewma hê Xwedayê Bi Tenê ji navendatenduristiyê derneketiye Rozlîn bi du destên din yên ku di bin çengê wê deşînhatî, xwe dispêre maseyê û Rozlîn bi “bibe” ya pîrozî dibe xwediyê çardestan û xwe bi xwe hênik dike. Lixwemikurhatina Xwedayê Bi Tenê a veşarîmanawî ya milyonanan salan, ji Rozlînê re wiha diyar dibe; Xwedayê Bi Tenê; xelk bivî navî li Kurdistanê ba min dikin… Lê tu nizanî Kurdistan li kû derê ye û birastî mafê te heye. Ev nav li ser tu nexş û kartên cîhanê tune ye nemaze liewropayê bêje ku ev welat welatekî xeyalî ye, welatekî efsanî ye. Eger tu jimin bawer nakî ji xwelîserê ku di rêzê de ye bipirse… Ew dikare bi roj û şevanli ser vî welatî bipeyive.” ... Fawaz Husên wek arketîppişta naveroka romana xwe bi temamî nîn be jî bi hin aliyên wê dide mane ûqiseyên pirtûken munewer. Îsa û mîx û xaç. Mûsa û asa û mar û Firewn. Eyûb êkurmaxwarî. Sureyê ehed, tewrat û quran. Di çend cihan de bala min kişand ku jibilî rapêçayîna wî ya ji zanista ehedî, hin xetayên maddî çêbûne. Wek têgînanimêj xwendinê û nimêja ewilîn. Ji nimêja ewilîn mebest şevnimêj nîn e nimêjasibê ye lê ne di cih de ye û nimêj xwendin jî li valayiyê dikeve çimkî nimêj têkirin an eda kirinê nayê xwendinê. Dem di vegotina Parîsabadêde ti tevneke kronoljîk de nîn e. Di nav romanê de an di binhişê nivîskar degeh em li Amûdê ne geh em li kolan û restorantên Parîsê ne. Vebêjêr nexweş e;ji xwe leheng vebêjêr bi xwe ye. Halusînasyonan dibîne û ditirse. Her çiqasroman bi nûçeya mirina bavê wî a ku Mehmed Elî yê hevalê wî jê re tîne dest pêbike jî em di rûpelê 81 an de pê dizanin ku vebêjêr beriya mirina bavê xwe jînexweş e û doktorekî wî heye. Û ev diktor ne doktorek ji rêzê ye; çimkî vebêjêrne nexweşekî ji rêzê ye. Xewneroşkan dibîne, her tim bavê xwe dibîne, yênkêleka xwe dişîbîne hinekên din. Çimkî diktor zor dide xwe û li binhişê wî jîdinihêre. Vebêjêr ê me hîn di rûpelê10an de ku bi rastî wek metn rûpelê duyem e xwe wenda dike. Cara yekem em livir dibînin û pê dizanin ku vebêjêr û lehengê me “ne li ser hişê xwe” ye. Jiraxistina mobilyayan di odeya xwe ya razanê de pê derdixe ku ew li xaniyêki jiqermîtên sor, li taxeke gelêrî ji Parîsê, li Porte des Lilasê ye. Di rûpelê 27an de dîsa heman tevn: “ji sibê heta êvarê di nav xewn û bîranînan de dijî. Erêgewde wî li vir e lê hiş ê wî hergav li derên dûr e”. ... Di dema xwendinê de emdikarin baweriya xwîner a bi van çîrokên ‘di serî de çêkirî’ re bi nîşan ûbûyerên reel û honandin û bikaranîna zimanek serketî ve girêbidin. ... Weka ku em dibînin mirinabav wek bar li pişta wî ye. Heke bi gotina diktor bike û vegera mala xwe/“wekpezek terqiyayî vegerim kozê, ez ê bibim wek herkesî” ê têk biçe. Lê di taliyatalî de ne bi navê xwe bi navekî din vedigere ‘kozê’. Li malê xwe wek ‘ehlênkehfê’ hîs dike. Ji xewa xwe ya ji bîst salan zêdetir hişyar dibe û dibîne kuher tişt guheriye, heta ew bi xwe jî. Ew bajarê ku lê mezin bûyê yê ku bibêrîkirina xwe xweşik kiriye jî nemaye. Herkes di xew de ye. An di xew de maye.Heta Xwedayê Bi Tenê jî û Fawaz Husên bi serketî xewarên xwe li xwe û li wanmukur tîne. Hamid Omerî, www.netkurd.com, 22.03.2011 Parîsabad – rekvîyemek li ser salên zaroktîyê û wexteke buhurî Ludwîg Wittgenstein (1889/1951) dema ko berhema xwe yanavdar (Tractatus Logîco-Philosophicus 1919) dide çapê, ji weşangerê xwe renameyekê pê re dişîne, di nameya xwe de, dinivisîne, dibê: »berhema min ji dubeşan pêk tê, yek, ya ko min nivisîye û ya din jî, ya ko min nenivisîye û yaherî girîng jî beşa duyemîn e.» Bi peyveke biyanî, weke ”requiem” û bi neqilkirina aforîzmekê ji feylesofekîbiyanî (Wittgenstein), baştirîn em dê nikaribin romaneke kurdî, ko bi sernavekîbiyanî weke “Parîsabad” hatîye nivisîn, şirove bikin. Lewra ko ev roman li serjîyaneke biyan e. Wa xuya ye ko em kurd, hêj demeke dirêj dê roman, çîrok ûhelbestan li ser derbederîyê û jiyana xwe ya li biyanîstanê, binivisînin.Seranserê jiyana me, bi taqîbat û xwênîbûnê dagirtî ye. Bi qandî ko em liwelatê xwe mahcir bûne, ewçend jî li biyanîstanan penaber bûne. Bê şik,dijwarîyên jiyaneke wusan, şopa xwe di hemî liva mirovî de eşkere dike. Wêjeyakurdî jî bi xurtî para xwe ji vê rastîyê digre, Parîsabad jî nimûneyek ji vêyekê ye. Bi kîjan forma vegotinê dibe, bila bibe, vegotina êş û azarê ne hêsan e. Alavênvegotinê bi sînor in. Gellek caran nivîskar ji neçarî, xwe bi xwe sansur dike.Nexasim di berhemên edebî de, ji bo serkeftina berhemê otosansur bi xurtî dibe.Otosansura me, ne ji ber sedemên polîtîk, veşartina heqîqetê ye. Ji ber ko tufêda me ê di otosansureke wusan de ê tunebe. Ew incex para nivîskarên welatênkolonyalîstên me ne. Lewra ko berjewendîyên wan î şexsî hene ko bibinnasyonalist û heqîqetan ji raya giştî veşêrin, neynin zimên. Sedemên me,zêdetir ên zimanî û derûnî ne. Li vir em hinekî digihên Wittgenstein. Heman tişt di vegotinê de jî diqewume. Em mirov, xewnên cuda dibînin. Ger kocarna qederên me yek bin jî, bîrewerîyên me cuda ne. Her yek ji me xwedîçîrokên cihêreng e. Di vegotina van qederan de, nexşkarê rûpelên edebî neçar inko xwe bi sînor bikin. Ji hêla zimên û derûniyê ve jî ev sînor, an otosansur diqewume. Biserketinaberhemekê, bêguman bi nivîskar ve û hunermendîya wî/wê ve girêdayî ye. Gellekcaran, nivîskar weke arşitektekî, mîna lêkolînerekî kar dike. Lê digel hemîjîrbûn û hunermendîya xwe, dîsan jî li qada zimên û ya derûnîyê, radiweste ûsînorekî ji xwe re datîne. Ev sînor, çarçova edebî ye. Loma jî wekî di mînakaWittgenstein de, her tim berhemên me ji du beşan pêk tên, ya herî girîng jî yako me nexistiye ser kaxizê. Parîsabad jî di nav vê şiroveyê de ye bi bawerîyamin. Divê em şaş tê negihêjin, di Parîsabadê de, otosansurek dîrek tuneye. Ezbehsa otosansurekê, ko di vegotina me de heye, dikim. Ziman û derûniya mirovêmodern ne wekî berê ye. Weke mînak, li Kurdistanê dema em gotina ”işkencê”bilêv dikin, an dixin ser kaxizê, di mejîyê me de, jop, lêxistin, dardekirin,birçîbûn, elektrîk, xwîn û bi dehan wêneyên kambax, vêdikevin. Lê ko tu vêgotinê li standartên Awropî xe, dema ko te yek xist odeyekê, derî lê kilît kir ûrojekê bê nan û bê av hişt, ev işkenceyeke mezin e. Îca dema ko rojê du dana teli vî mirovê girtî jî xist, ev êdî dibe wehşetek. Penaberî jî tarîfek weha cudaye. Ger ko em vêya dirêj bikin ê ferhengek ji bêjeyên wusa derkeve holê. Em di vegotina trajedîyên xwe de kurtebir in, tenê nimûnan jê didin. Teswîrênme mîna çiyayên ji cemedê (iceberg) ne. Pêlên vegotineke wusan li ba gelleknivîskarên kurd bi xurtî heye. Berya ko em zêde ji mijarê bi dûr bikevin ez vegerim ser berhema dostê xweFewaz Husên û Parîsabad. Lê berya vê jî dixwazim dostaya xwe û wî ron bikim.Dostekî din ji min re got »Ji bo ko dostê te ye û di romanê de behsa te jî dikedivê tu li ser nenivisîne, lewra tu ê ne objektif be!» Û gellek rast e ko dostêmin e û di romanê de behsa min jî dike. Û rast e jî ko ez dê ne objektif bim!Ev ”objektivîte” nizanim ji kû hatîye, li ferhenga me zêde bûye! Ez dê li virbêhurmetîyekê nekim û nebêjim evîya ji ”bêaqilî” lewra ji nezanîya me ye. Gerko miletek di dunyayê de, objektîf difikire hebe, ew jî kurd in. Ji ber wê tuamanca min ko ez objektîf bim ne di vê nivisê de û ne jî di tu nivisê min î dinde nîn e. Amanca min jê ew e ko çend tiştên baş û çê ron bikim, ger ko hebe jî,wan sembolan şirove bikim, bi hêvîya ko berhem ji bo xwêner hêsantir bibe, liber dilê wî/wê şêrîntir bibe. Bê guman ko hewce be jî çend şîretên qure linivîskêr bikim. »…Li Porte des Lilasê, ez hem hespekî textînî me, hem jî ew lawikê ko lê siwarbûye. Ji bîst û penc salan ve ko ez ji deşta Mêrdînê dûr ketime, ez bawer dikimko hespê min bi çargavî dinyayê li bin guhê hev dixîne, lê ew bi rastî di cihêxwe de dimîne û di defa sînga Amûdê de diçe xwarê.(Parîsabad r.18)» Ev prolog di çîroka pêşin de ye. Ez wekî prolog bi nav dikim, ji ber wê ye, koevîya destnîşan dike ko di dahatûya berhemê de ê çi were vegotin. Her weha, ducihên cuda jî hatine dîyarkirin, Porte des Lîlas û Mêrdîn. Bêguman, di teswîrande ev sînor ferehtir in, wekî du welatan, Fransa û Kurdistan in. Li siwarbûnahesp û gera li dunyayê jî, xwenêr di destpêkê de ji pêjna bîrewerîyan serwextdike. Ji xwe ev bîrewerî, mîna »libên tizbîyekê», bi silsileyeke bûyeran(flashback)li pey hev rêz dibin. Hêj di çîroka duyem de du mînakên vê(flashback) hene: » Bi saya van lehmecînan ko ez wek trêna bîranînan li ber xwe rêz dikim, ezvedigerim cih û warê kal û bavan. Ez pê li axa welatê xwe yê rastîn dikim ûxwîn dîsan di canê min de pêl dide. Ez xwe di cîh de bi bavê xwe re, bi xwîşk ûbirayên xwe re, dibînim. Ez bi wan re di xanîyê ax û kerpîçan, li odeyamêvanan, rûdinim. Ez destên xwe yê ji ber sermayê qelişî ne, nêzî sobeya mazotêdikim û ez pê dihesim çawan ji nû ve xweşîya jiyanê li hemû canê minvedizilîne, ruh bi min ve tê û ez ji nû ve dibim xwedî bav, xwedî xwîşk û bira,xwedî hîsên tenik, xwedî mal û dunya. Bavê min di ber xwe de dibişire çûn kokurê wî yê li welatên xerîbiyê vegeriyaye û bi ser de jî, baran li dervadibare. Sal bi xêr û bereket xuyanê dike. Rehm û bereketa Xwedê demsalên rengînbi xwe re diguhezînin. Kêfxweşî di dilan de wek destmala di serê govendê de bişadiyê li ba dibe. (Parîsabad r.21-22)» Çend rûpel şûnde jî mînakek din tê: »…Gava ez wan tev kîsê wan di qula çopê re berdidim jêr, dengê ko li ber guhênmin dikeve, ne ji odeke tozûgemarê tê. Dengê ko xwe digihîne min ji deverekegellekî dûrtir tê. Ew ji zaroktîya min a li sînorê Serxetê û Binxetê tê û xwebi engirîn di dil û hinavê min de dipêçe. Gava qaçaxçîyan di şevên bê heyveronde xwe li tixûbê mayînkirî dixist, teqînan gellek caran şevên me li mediherimandin. Xewa bavê min sivik bû û hema wî ew deng dibîhistin, ew di navnivînên xwe de rûdinişt. Wî dizanîbû wê gavê Xwedê mala hinan, ji navçeyê wêrandikir, zar û zêçên wan sêwî dihiştin. Wî bêyî hişê xwe destên xwe ber bi ruwêxwe ve dikir û Fatîhe li ser ruhê mirîyan dixwend. (Parîsabad 28-29)» Ev her du mînak, xwarina lehmecûnan û dengê ji kîsê hinaran derdikeve, dubîrewerîyan ji jîyana berê û hinekî jî ji karakterê bavê Îsa (leheng) zindîdike, radixîne ber çavan. Em gellek wêneyên wusa di romanê de dibînin. Evnavbirên kurt, ne ji bo zêdekirina kelecanê ye, şêweyê vegotinê, têşe ye. Mijarokên wusa, an jî navbir, dema ko baş neyên honandin, bi mijara sereke veneguncin, berhemê qels dike, herka wê dixîne, nola pîneyên rengîn li serişligekî spî ê xuya bikin. Gellek caran, nivîskar, ji bo ko xwe, ji zehmetîyekewusan azad bike, berhemê perçe dike an beşekî nû, wekî destpêkeke nû vedike.Parîsabad ji vê hêlê de bi serketî ye, wêne û bûyer li pey hev, xelek xelekîmîna silsileyekê bi rêz in. Di wêneyan de xwendevan him jiyana frensî dibînehim jî ya Amûdê û zaroktîya Îsa, her weha dîmensîyoneke sêyemîn jî em dibînin,ew jî bavê Îsa ye. Karakter û jiyana bavê Îsa (leheng) bi hemû hûrgulîyên xweve bi hostetî teswîr dibe. Weke referens û miqayeseyeke biyanî ez dixwazimbehsa mînakekê ji Mîmesîs ya Erich Auerbach bidim. Lewra ko ew ji hin alîyan vedişibe mînakên di Parîsabadê de. Erich Auerbach (1892-1957), fena ko ew dibêje:»ê ko Odîseus xwendibe sahneya distrana nozdehan de dizane.» Di vê sahnê an wêneyî de, destirmana yextyar Eurîkleia,ko berê deya wî ya şîr bû jî, ji şopa birînekê li ser rahnê wî, Odîseus nasdike. Wexta ko Eurîkleia radihje lingê Odîseus, ji teştê hinekî bilind dike dabişo, dewsa birînê dibîne, dema pê dihese ko xwedîyê vê birînê Odîseus bi xweye, ê ling berde û biqîre, berya ko lingê Odîseus berde, Homeros li virnavbirekê didiyê û di heftê malikî de behsa bê çawa ev birîn lê peyda bûye,dike û dûvre paşde vedigere, ser çîrokê. Li gor Auerbachî, wekî di mînakên Parîsabadê de jî, eva, ne ji ber zêdekirina kelacanêye, lewra şêweyên teswîrên Homerosî weha ne. Teşeya stranên Homerosî bi vîrengî ne, wêneyekî kemilî, bi hemî hûrgulîyan ve dide. Herçendî em nêzîkayekê li gel Parîsabad û teswîrên Homerosî dibînin jî, evîyaji hêla lehengan ve ne wusan e. Heta em dikanin bibêjin ko Îsa (lehengêParîsabad) antî-Odîseus e. Hespê ko Îsa lê siwar e, ne mîna yê Troya, ji bofetihkirina bajaran e. Hespekî revê ye, ji ber tade û zilma kolonyalîstan,terkûdunya dibe. Cihê ko lê radiweste, Fransa ya Awropa, welatê ”Sîrenan”,devera ”Kîrke” ye. Dengê Sîrenan yê xweş, spehîbûn û bedewîya Kîrkê yaefsûnwarî wî zeft dike, tîne şehwetê. Ew naxwaze ji vê xewê hişyar bibe. »…Keç destên xwe wek du baskên hevrişimî li dora bedena xwe wek pêlên deryayêbilind dike û dadixîne. Ew xwe dilûsîne û muzîk her bi her xurtir dibe. Livênkeça bejnxwedayî jî xurtir dibin û ew xwe li ba dike, bejna xwe ya wek tayekreyhanê xwaro maro dike bêyî ko ew çavên xwe ji çavên min biqurmiçîne. Ew bilêvên xwe yên nazik bi min re dibişire û diranên wê yên spî, Xwedayê xwedayan,tu dibê lûlû û mirware ne! Ew tilmeqûnên xwe dihejîne, bi hêtên xwe yê giranterîşên kirasê xwe yê tenik radike û hemû canê wê diheje, wek mirovekî ko litekîya şêx bi cezbê bikeve. Lewendî û bedewîya wê min mest û serxweş dike. Piştîçaryekekê, ez dikim ji ser hişê xwe herim û xweşî di dil û hinavê min de dibekanî û ji nav ranên min diteqe.(Parîsabad r.58)» Ev xewn û xeyalên buhuştî bi bihîstina mirina bavê wî, ji zû de ji hişê Îsafirîyane. Li şûna wan bîrewerîyên zaroktîyê û hîsên tawanbar danîne; ko çima direwşeke wusan dijwar, wekî mirinê de, ne li kêleka bavê xwe bû. Eger şibandinekwî û Odîseus hebe di virde ye, ango dixwaze paşde vegere. Çi dibe bila bibe! Ewdê şûnde salên zaroktîya xwe, axa kal û bavan dagir bike. Qe nebe di destpêkêde pêjnekê wusan dide mirov, dema li Parîsê derûnîya wî xirab dibe û diçe da likampa penaberan yekî nas tespît bike. Li wir dibîne ko ê nas ew bi xwe ye, lêdi destpêka rêwitîya xwe ya penaberîyê de ye. Ji polisan tika dike ko ewî paşdebizîvirînin. Piştî ko Îsa, lehengê Parîsabadê, ji diktorê xwe jî çûna xwe erê dike, libalafirekê siwar dibe, vedigere ser axa kal û bavan, devera salên zoroktîyaxwe. Êdî ev beş (Vegera kozê) fînal e. Ayîneke kurt, beşekî rekvîyemê ye. Tutiştek zindî, ji salên zaroktîyê ko bikaribe dagir bike nemaye. Tenê xirbeyekji çend kelpîçên li ser hev ko di nav toz û gemarê de winda bûye pê va tiştekîdin nemaye. Li Amûdê xwe bêtir biyanî hîs dike. Ji mirî û zîndîyan xatirdixwaze û paşde vedigere Parîsa xwe. Salên zaroktîyê serpêhatîyên kal û bavanwekî bîrewerîyên nifşekî bi xwe re hiltîne. Kî dizane belkî ew jî rojekê, vanbîrewerîyan, bispêre nifşeke din. M.Alî Kut, www.nefel.com, 08.02.2011 Parîsabad Du xisletên sereke yên nivîskariya Fawaz Husên hene. Yek jê ew e ku, kêm dinîvisîne, mebesta min jê berhemên bi kurdî ne. Siwarên êşê 1994, piştî wê Amîdabad 2001, ku wekî nivîsandineke din ji Siwarên êşê re bû û niha jî 2010 Parîsabad. Carekê heft û cara din jî neh sal di navbera pirtûkekê û ya din de hene. Xisleta din jî ew e ku, yek ji wan nivîskaran e ku nivîsandina wî, rasterast, neynika jiyana wî bi xwe ye. Wisa jî, dema mirov li jiyana wî ya li Parîsê derbas dibe binêre û bide ber mijûlbûna hiş û giyanê wî ya bi jiyana wî ya berê li Amûdê derbas bûye, mirov dikeve wê gumanê ku ev berhema di nav destên me de, Parîsabad, jînenîgariya wî bi xwe ye. Wekî ku ew bi kamîrayeke piralî, hem ji hundir ve, hem jî ji derve ve, wêneyên rojane ligel bîranînên xwe ji me re dinîvisîne. Lê, bi kûrbûna di nav kûrahiya berhemê de, mirov dibîne ku ev dîtina derbasbûyî, dîtineke xapînok e û mesele ji jînenîgarî û jiyana rojane û bîranînan bi wirdetir e. Parîsabad jî, bi giştî, hêza xwe ji vî aliyê xwe yê sembolîk û veşartî werdigre. Jînenîgarî, afirandin û tayê di navbera wan de Aliyê realîst yê vê berhemê berî her tiştî di binavkirinê de xwe dide der. Wekî mînak, navên Amûdê, Parîsê, ji bilî navên cih, dever, sûk, marketên Parîsê. Bikaranîna realîzma fotografîk ya ku şêweyê nivîsandina rojnivîs û jînenîgariyan tîne bîra mirov. Aliyê din yê hestiyarî û fantastîk ku di riya monologeke dirêj re û bi hilbijartina hinek bûyerên taybet û sembolîk yên mîna mirina bav dibin mîna stûnên ku wî aliyê realîst hildigrin û hêzeke cuda dide giyanê berhemê. Her çendî berhem di navbera çîrokeke dirêj û romanê de diçe û tê, lê dîsa jî ji mijûlbûna bi form û awayê honandinê bêhtir nivîskar xwe dispêre piştgirêdana bi lixwemikurhatin û naverokê. Ev şêwe li ser sê şaxan tê dabeşkirin: - Monolog - Kompleksa bav - Jiyana sêyem Monolog: Ji serê berhemê heta bi dawiya wê vebêjer yek e. Çîroka xwe dibêje. Behsa xwe û jiyana xwe ya li derbideriyê û bi taybetî li Parîsê dike. Hetanî bi hevpeyvîn û diyalogên di navbera kes û karekterên romanê de li ser zimanê vebêjerê bi tenê têne gotin. Vebêjer kesekî wisaye ku heta dawî bi jiyana xwe ya hundirîn mijûl e. Dema ku kes û der û doran jî dinirxîne, ew nirxandin girêdayî hest û gelemşeyên wî yên hundirîn e. Kompleksa bav: Balkêş e ku berevajî piraniya kesên sereke yên romanan ku di bin bandora kompleksa “Odîb” anku kompleksa girêdana bi Dê ve, tevdigerin, di vê berhemê de kesê sereke yê romanê di bin bandora girêdana bi bavê xwe re tevdigere. Roman bi bihîstina nûçeya mirina bavê wî dest pê dike. Mirina bav jiyana wî ya li xerîbiyê serobinî hev dike. Di vegera welêt de jî yekem kes bavê wî ku tê bîra wî. Wisa jî rola Dê û bandora wê ya ku hema hema tune ye li ser vebêjerê romanê bala mirov dikşîne ser cudabûn û taybetiya vî kesê sereke, nexasim gava ku mirov mirina bav wekî mirineke sembolîk binirxîne. Ji aliyekî de, îdol û nimûneyê xurt ku wekî stûneke girîng e ji bo vebêjer, bi mirinê re, ev stûna bilind bi yek derbê hildiweşe û ji bo wî dibe sedema şikestinên mezin. Ji aliyê din de jî, mirina bav hêdî hêdî dora mirinê û hestên nêzîkbûna kalbûnê, qelsiyê û bidawîhatinê, li cem wî jî xurt dikin. Nemaze ku vebêjer heta radeyeke mezin bi bîranînên xwe û jiyana xwe ya li welêt ve girêdayî maye. Jiyana sêyem: Ev nimûneyê jiyanê dibe para piraniya penaberan. Bi awayekî ku nema dikare li welêt bijî û nikare baş li welatê nû jî bijî. Di jiyana nû ya penaberiyê de dibe dîlê bîranînan û jiyana nû lê diherime. Gava dixwaze vegere welêt, dîsa bi xurbetê dihise û xwe wekî biyaniyekî dibîne. Jiyana sêyem ew jiyan e ku di navbera jiyana kevin û ya nû de diçe û tê. Vebêjerê romanê biyaniyekî kurd e ku li sikakên Parîsê dimeşe, lê bi hiş û mejiyê xwe li Amûdê ye. Gelek caran frensiyan dişibîne kurdên Amûdê û her bûyerek li Parîsê bûyereke wekî wê ku li Amûdê dîtiye tîne bîra wî. Bavê wî, li Amûdê dimre, ew li Parîsê, piştî vê mirinê, nikare baş bijî. Wisa jî, dema vedigere Amûdê, bêriya Parîsê û jiyana lê, dike. Di heman demê de, digihêje biryareke bê veger ku ew êdî nema dikare li Amûdê bijî û wekî biyaniyekî di nav malbata xwe de tevdigere. Ronîkirina nakokiyên vê jiyana sêyem siya xwe davêje ser seranserê berhemê. Nirxandineke giştî Parîsabad, ji mijarên mezin, her wisa ji zimanê giran yê vebêjiyê, xwe dûr digre. Tevna berhemê pala xwe dide jiyana penaberekî û bûyerên rojane û hûrik yên wê jiyanê. Carinan jî bûyerên mezin yên dîrokê, yên ku herdem li paş perdeya nivîsarê ne, ji nişkê ve, xwe tînin bîra xwendevanê vê berhemê. Wekî mînak, banoda bûyerên hilweşandina “septembera 2001’ê” li Amerîkayê li ser jiyana penaberên misilman, kurd jî di nav de, li Ewropayê. Her wisa ziman jî xwe dispêre çêja zimanê ku di axaftina rojane de tê bikaranîn. Wekî mînak, “kêfa gurê manco”. Ma ku em bêjin, di berhemên Fawaz Husên de, ji siwarên êşê heta bi Parîsabadê, mijûlbûneke germ bi jiyana kurdan ya derbideriyê heye. Ev şêwe ji mijûliyê, di dîroka wêjeya kurdan de, ku li derbideriyê şax dabûn, cudayiyeke berbiçav û erênî ye. Helîm Yûsiv, www.diyarname.com, 27.02.2011


parîsabad - Tirşik

parîsabad


1. Pirtûka fawaz Husên e. Di sala 2010an de ji weşanxaneya Avestayê çap bûye. Roman e û em belkî dikarin bêjin berdewama amîdabadê ye. Di her du pirtûkan de jî bajarên Parîs û Amûdê mekanên sereke ne. Dema meriv parîsabadê dixwîne meriv fêm dike ku fawaz piştî 9 salan xwestiye tiştekî nû li amîdabadê zêde bike. Eger hûn her du romanan jî têkel bikin yanî ji her du romanan bi tenê romanekê pêk bînin, li hev bînin ti evdekî xwudê dê fêm neke ku du heb romanên cuda têkel bûye. Çimkî di her du romanan de jî nivîskar bixwe romanê vedibêje û di her du romanan de jî şêwaz û teknîk eynî ye û du romanan de jî gilî û gazinên nivîskêr eynî ye. Fawaz di parîsabadê de zimanê xwe kemilandiye li gorî amîdabadê bi zimanekî xweştir nivîsîye. Min di bin sernava amîdabadê de gotibû; 'ji biwêj, qalib, gotinên pêşiyan, wecîze..hwd berrî ye' lê parîsabad di vî warî de hinekî geştir bûye. Min hemî rexneyên xwe yên ku li ser amîdabadê kiribû di vê pirtûkê de jî Dubare dikim. Lê lazim e wek encam rexneyeke bi giştî bikim bo her du kitêban. Her çend du kitêbên cuda bin jî bi ya min em dikarin di yek sernavê de eynî rexneyan lê bigirin. Eger em hindek behsa naverokê bikin. Camêrekî Amûdêyî ji ber gelemşe û pevçûnan koçî Fransayê dike. Lê li gorî nivîskêr dilê wî her li gundê xwe ye û her gav dixwaze vegere warê kal û bavên xwe lê çi ecêb e piştî 25 Salan vedigere û bi tenê çend rojan dimîne û dîsa vedigere kozika xwe ya li Parîsê. Di van kitêban de nivîskar xwestiye haletê ruhiyeta sirgûniyan veçirîne û pêşberî me bike lê ez bawer im nivîskar negihîje miraza xwe. Çimkî dema min dixwend hîç dilê min bi lehengê sereke ( di pirtûka ewilîn de em hay ji navê wî nabin lê di ya duyem de em pê hîn dibin ku Îsa ye) nedişewitî. Çimkî fawaz di pêşkêşkirina portreya rûhî ya karektêr de bi ser neketiye. Em baş tê dernaxin ku xema Îsa çi ye? Bo çi her û her reşbîn e. Nakokîyekên vegotinê gelek berbiçav in. Mesela her dibêje min berîya bavê xwe kiriye lê tu dinêrî di rûpeleke din de dibêje xwezî min serê xwe bikira memikên falan jinikê û niza xwezî min dilê xwe yê birçî niza bi şewata fîlan jinikê têr bikira û niza xwezî min xwe biavêta dawa bêvan jinikê û min agirê kîrê xwe vemiranda. Welhasil nivîskar dixwaze dilê şewitî ye sirgûnîyekî ku ji ber xerîbîyê bi şev û rojan mitalaya vegerê dike raxe li ber xwîneran û portreya sirgûniyê berpêş bike. Lê tiştê ku min ji karekterê romanê fêm kir hemî derd û kulên wî quz û qûn û memik in. Yanî tu yê bêjî qey ji ber ku li Amûdê xelaya quz û qûn û memikan rabûye û Îsa ji ber vê koçî Fransayê kiriye lê di wir de jî Hama ji bo dermanekî jî bE cot memikan neketiye para wî. Ez henekan nakim bi rastî jî Hama bêje di du rûpelan de carekî Îsa kîrê xwe rep dike û wek radarekê li dû quz û qûnan dikeve. Di cihekî amîdabadê de teqrîben dibêje Li Parîsê dema em li gel hevalan rûniştin her gav me behsa rewşa kurdî û Kurdistanê dikir lê aniha em hîç qala wan mijarên genî nakin. Em behsa şerabê û niza keçikan falan û bêvan dikin. Ev klasîk nêrîneke oryantalîst e. Qaso Ji ber problemên netewî şerê li dijî kurdan û Kurdistanê rabûye mişextî bûye, ji warê dêûbavan bi dûr ketiye qaşo ji ber hesreta welatê xwe wek findekî ro bi ro dihele lê radibe ji bo Kurdistanê dibêje mijarên genî. Yanî bi kurt û kurmancî mijara romanê sirgûnî ye lê naveroka romanê bidestnexistina qûn û quzan e.



    Berga pirtûkê:
    Berga pirtûkê
    pûanê bide pirtûkê: