368
2014.12.06 17:38
Qolyeya Cécileê, romana nivîskar Mîran Janbarê nivîskarê romana bi navê Ardûda ya bi çeşnê honaka zanistî (Lîs, Amed, 2004) û pirtûka zarokan a bi navê Azad (Lîs, Amed, 2006), çîrokeke li ser honakeke puzzleî saz bûyî bi xwe ve digire. Qolyeya Cécileê “çîrok”a Cécilea zanista Frensiz a ji Zankoya Sorbonneê ya Parîsê û Remezanê Kurd ê arkeolog ê ji heman zankoyê û evîna wan e, ku di nava honaka mişt bizav a romanê re, Remezan rojekê qolyeyeke ku ji kevirekî ji Şikefta Pîrazê ya li gundê xwe, Emrûda bi ser Qosera Mêrdînê ve derxistî çêkiribûye, diyarî Cécileê dike. Lêbelê ev qolyeya ji kevirê wê şikeftê bi destê Remezan bi xwe çêkirî, ji ber ku pirtikekî elementeke aydî keştiyeke galaktîk e, ya ku di binê wê şikeftê de hatiye veşartin, sînyalan li derdora xwe belav dike. Û bi vê nîşaneya evînê ya metirsîdar re jî, ji ber lêkolînên A.F.R.T.’yê (Akademiya Teknolojiya Nijadên Dahatûyê) ya li Çola Nevadayê ya Emerîkayê, ya ku bi dizîka ve, bi serkariya Profesor Smith, li ser navê X-Shany (Şeytanê Mezin, formeke enerjiyê yê galaktîk ê ku di şerên galaktîk de demeke dirêj berê li hemberî serhildêrên galaksiyên dûr têk çûye û anîne ew di hundirê Şikefta Pîrazê ya li gundê Remezan, Emrûda Qosera Mêrdînê de, di binê erdê de, tevî wê keştiya wî ya galaktîk, wekî dîl veşartine) li ser karê hilberandina teknolojiya galaktîk e, bûyer û qewamine wisa metirsîdar rû didin ku êdî qedera dahatûya hemû cîhanê û mirovahiyê bi şerê di navbera leşkerên Shany-X û hêza Seyda, Mela Ehmedê efsûndar ê melayê gund û Remezan û Cécileê û pênc gerîlayên li wê deverê de, bi şerê li Emrûd, li devera Şikefta Pîrazê ve tê girêdan. Qolyeya Cécileê bi windabûna Cécileê re dest pê dike, ku rojekê Cécile ji nişkê ve Remezan diterikîne û tu dibêjî qey dibe birq û birûsk û roman bi vegera Remezan bo gundê xwe û çûyîna Cécileé bo xebatên zanistî yên li A.F.R.T.’yê ve, yên ku di nava têperbariya deqa romanê ya demî û cîgehî re, li qewareya puzzleekê diedilin, berê xwendevanê Kurd dide honaka zanistî, aksiyonê
1. pirtûka dawîn ya mîran janbar e ku xwediyê yekemîn pirtûka kurdî ya ji beşa xeyalê zanistî ye. (bnr: ardûda) |
|
2. pirtûka ku dema tu dikerî qolyekê jî pêre dide ye. |
|