394
2014.12.06 17:34
Dema Rojdaya ku li Stenbolê li Zanîngehê dixwîne, ji ber nexweşiyê hinekî navbirê dide xwendinê û tê mala xwe ya li Tetwanê, bi rê de li laşê gerîlayeke jin diqelibe. Piştî vê tesadufê Rojda ji aliyê leşkeran ve tê şopandin, di îfadeyên bi îşkence re derbas dibe, jiyana wê bi bûyerên bênavbir û awarte hildiweşe. Dîsa di rojeke zivistanê ya biberf de, pêrgî gerîlayên ku wê dişopînin, tê. Gerîla wê bi xwe re dibin ser çiyayan, êdî jiyaneke ku kevir û dar li ber îdare nakin, dest pê dike. Rojda dibe şahidê neçarî, evînên nepenî, întîxar û hêza berxwedanên mirovahîyê. Di heman demê de, li bajaran, gelê welatparêz têne kuştin. Mirovên ku Rojda ji wan hez dike, bi rêbazên hovane têne kuştin. Rêya Bêveger, bûyerên ku di salên 1990’î de li ser erdnîgariya Kurdan pêk tên, bi vegotineke balkêş vedibêje
1. Do êvarî min helbestek li ser twittirê dît ku li kêla yekî hatibû neqişandin, kêfa min zaf jê re hat û teqez ev mijar hat bîra min ku ez ava bikim.
(paldayi: Ku ez vegerîyama
Wê sê rojan rojî bigirta
Di ber rîya Xwedê de
Wê sê nanê firinê belav bikira
Di ber rîya şêx û ucaxan de
Wê şîrê şêr ji min re bianîya
Di şîvê êvaran de
Wê gulîsorek por hinekirî bixwesta
Li gora dilê xwe
Ez bizewicandima
Ne sê nanê firinê belav kir dîya min
Ne sê rojan rojî girt
Ne gulîsorek por hinekirî
Xwest li gora dilê xwe
Û ne şîrê şêr anî di şîvê êvaran de)
Ve-ne-ge-rî-yam
Nîşe:
Gelek tirbên li goristana Nisêbînê min dîtine ku gotinên jidil û xweş li ser wan hatibû neqişandin, hinik ji wan ên hevala bûn ku meriv ji rengê keskesorê û gulên girs ên rengorengo pêderdixist.
Ên hinik ji wan xalê min bixwe çêdikir.
Berê ji ber ku karê xalê min bû, zarokatî min ew temaşe dikir ku çilo kêlê dixeritand û bi hosteyî li ser navê mirî, dîroka mirinê,zayînê û li ser daxwazên mervê wî kesî gotinek yan dûeyek, ayetek ji qur'anê dinîvîsand.
Bi rastî jî mirin rîya bêveger e, qey ji loma gava yek ji nav me bar dike em ewqas dêşin, li ser rondika werdidin. Lê hevalno, em hemu li ser wê oxirê ne...
wêneyê nîşande
|
|