Tirşik - Profîl
tirşik-profîla jaro

profîla "jaro"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [diline küsen çocuklar] de;

4. (bnr: berjevendgerî)

berjevendgeriya dualî ye ku aliyekî kesên çavbirçî bi riya navendên rehabîlîtasyonê pere qezenc dikin hene, û aliyê din jî zarokên bi fikra mayinê têdikoşin hene.

pergala nijadperest riya vê kambaxa kêmaqiliyê vekiriye û dê bavên nezan xwelî li serê zarokên xwe dikin. çend sal berê li mersînê zarokekî nasekî me bi vî awayê şandine rehabîlîtasyonê, lê ji ber ku dizanîn ku sedem neaxiftina tirkî ye nehiştin zarok êdî here dibistan an rehabîlîtasyonê. heta dibe kêmaqilekî tirkî axiv, bila bibe biaqilekî kurdî axiv.

di pedagojiyê de armanca perwerdeyê man û dirêjkirina jiyanê ye. bê dibistanên kêmaqilane yên tirkan jî em dikarin xwe biparêzin. hember wan divê me roja roj pergalên xwe yên sivîl û bi kurdî ava kiriban û pêşîniyên me ne siyaset ba.



31.05.2014 20:25 | jaro