Tirşik - Profîl
tirşik-profîla berxweda

profîla "berxweda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [êzdînşêr] de;

1. Serhildana Ezdînşêr



Li hemberî serhildana Botanê ya Bedirxaniyan dewleta osmaniyan neçar mabû û serhildêr roj bi roj bi pêş diketin. Li hemberî vê pêşketinê osmaniyan lîstikên xwe yên kevnar li dar xistin. Ji malbata Bedirxaniyan fermandarê serhildana Botanê yê bin av û deng Ezdînşer xapandin. Bi Ezdînşêrê fermandarê artêşa herî mezin a serhildana Botanê re li ser serokatiya herêmê li hev kirin. Gotin heke tu alîkariyê bidî me, em Mîr Bedirxan têk bibin em ê serokatiya herêmê bidin destê te. Ezdînşêr ji ber ku mîrektî neketibû destê bavê wî, ji dêvla bavê wî apê wî Mîr Bedirxan bûbû mîr, jixwe ji apê xwe aciziyan dikir. Bi vê aravê jî dê heyf ji apê xwe bigirta û bûbûya serokê herêmê di şûna apê xwe de. Li hember vê pêşniyara osmaniyan bi apê xwe re şer kir û osmanî bi ser ketin. Serhildana Botanê bi vî awayî têk çû. Mîr Bedirxan hat girtin û tevli malbata xwe çardeh salan mişextiyî girava Gîrîtê bû. Li dû Gîrîtê berê xwe da Stenbolê û ji wê jî çû Şamê. Kurdistan li wî û malbata wî malbata wî qedexe bû.1

Li dû têkbirina serhildana Botanê, di şûna Mîr Bedirxan de osmaniyan soz dabûn Ezdînşêr ku wî bikin Mîrê herêmê. Lê di şûna Ezdînşêr de waliyekî xwe dan ser herêmê û Ezdînşêr li hemberî vê yekê serî hilda. A rastî Ezdînşêr Beg yekî nezan bû û ji siyasetê jî baş fam nedikir. Lewre xayîniya wî ya li hemberî Mîr Bedirxan jî, serhildana wî jî heya radestbûna wî jî hemû ji nezanî pêk hatibû. Li aliyekî xayînek bû di dîroka kurdan de. Lewre serhildaneke mezin ji rûyê wî de hatibû têkçûyîn. Lê ji aliyekî jî kurdekî welathez û kurdewar bû, lewre li hember osmaniyan dîsa ji bo welatekî azad û serfiraz şer li dar xistibû.

Di 1854"an de di meha rêbendanê de serhildana Ezdînşêr Beg dest pê kir û di demeke kurt de Bilîs ji dest osmaniyan girtin. Vê yekê dil da serhildêran û heya salekê gelek bajarên Kurdistanê ji dest osmaniyan girtin. Di 1855"an de Mûsil jî ket destê Ezdînşêr Beg û bi vê yekê serhildêrên kurd bûn xwediyê cebilxaneyeke mezin û pereyan. Êzîdiyên ku di bin serokatiya Husên Beg de serî hildabûn li hember osmaniyan Sêrt jî xistin bin destê xwe û tevli artêşa Ezdînşêr Beg bûn.2

Di zivistana 1855"an de artêşa Ezdînşêr Beg li her devera welêt belav bûbû û êdî ne tenê ji kurdan pêk dihat. Di nav artêşê de ji bilî kurdan, ermenî û suryanî jî hebûn. Hejmara artêşê roj bi roj zêde dibû. Êdî xwe gihandibû nêzî sed hezar kesî hejmara serhildêran. Mebesta Ezdînşêr ew bû ku êrîşê Erziromê û Wanê bike. Heke Erzirom û Wan bi tevahî bi dest keta dibû ku bi rûsan re têkiliyek ava bikirana û ji neyartiya osmaniyan û rûsan sûd wergirta. Lê nebû. Ji ber ku zivistan bû rûsan xwe vekişandin, ji ber vê yekê têkiliya serhildêran û rûsan jî bi hev re çê nebû. A rastî rûsan jî pir bawerî bi Ezdînşêr nedihanîn. Lewre dibû ku çawa apê xwe Mîr Bedirxan li cih hişt ew jî li cih bihiştana.

Osmaniyan dîtin ku li Kurdistanê rewş xirab e û her roj serhildêr bêtir pêşve diçin. Artêşeke mezin kom kirin û êrîş birin ser serhildêran. Serhildêran li hember van êrîşan di ber xwe didan û osmanî bi tu awayî bi ser nediketin. Osmaniyan dîtin ku dê bi awayê çekdarî nikaribin vê serhildanê rawestînin. Ji şirîkên xwe îngilîzan alîkarî xwestin û dek li Ezdînşêr çêkirin. Gotin em ê bi Ezdînşêr Beg re rûnîn û her çi bixwaze em ê leh ev bikin. Balyozê îngilîzan yê Mûsilê bawerî da Ezdînşêr û ew bir levhatinê. Ezdînşêr Begê ku ji bo levhatinê çûbû cem osmaniyan hat girtin û li Stenbolê xistin zindanê3. Bi vî awayî serhildaneke kurdan ya din têk çû li dijî tirkên osmanî.

1 kimsoran.com

2 Torî: Tarihte Türk-Kürt ilişkileri, rp:178

3 Berhema Navborî: rp:178



Azadiya Welat

biner: http://www.haberdiyarbakir.com/serhildananen-kurdan-v--1397yy/#ixzz2tuZM88Ey



2014.02.21-02:24 | berxweda