Tirşik - Profîl
tirşik-profîla berxweda

profîla "berxweda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [europa universalis iv] de;

1. Lîstikeke stratejiyê ye. Ji hêla paradox development studio ve hatiye çêkirin.
Ji bo stratejiya vê lîstikê re dikarim bibêjim zêde hard e. zêde zêde tişt tê de heye.
mînak hun dewletek in û we êrîşî cîranê xwe kir û zêde erd ji wan stend. Wê çaxê dewletên cîranên te koalîsyonekê çê dikin û êrîşî te dikin. yanî tu nikarî her dera te xwest bistînî. Tu dikarî tifaqa jî çê bike.

Nexşe li gorî dîrokê diguhere. tiştên li dîrokê diqewimin têsîrî her dewletî dikin. tu dikarî amerîka keşf bike an jî tu dikarî bela xwe bi gelek kesan bidî.

Min kurdistan ava kir. li dora min osmanî, qerekoyinî, tîmûr û memlûk hebûn. giş gelekî xurt bûn ku min fahm kir çima avakirina kurdistanekê ewqasî zor e. lê bi tifaqa memlûkan min qerekoyinî stend. dûr e min piştgirî da serxwebûna faris û afganan ku tîmur bibe 5 perçe. dûre min êrîşî farisan kir û çûm heta sînorê hindîstanê. dawiyê min êrîş bir osmaniyan ku bi rastî jî bi dewleteke mezin ve jî zor bû. min ew parçe kir û çûm heta wenedîkê. dawiya dawî min êrîşî memlûkan kir û siûdiya erebî û misrê stend.



22.12.2019 16:04 | berxweda