Tirşik - Profîl
tirşik-profîla berxweda

profîla "berxweda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hola êzîda] de;

68. nivîskarê ez êdî tenê nivîsên wî yên çandî dixwînim e. ji nivîsên din tenê îdeolojî û demagojî difûre.



12.07.2015 17:15 | berxweda

65. nivîskarê tiştina ji kîdera xwe derdixe nizanim. di vir elegez/71665 gotiye. peyva "ha" ji bo dewaran tê gotin. wele li qisûrê menere ê ev tişt hînî te kiriye dewar e. em heta ji dê û bavê xwe re dibêjin "ha yadê" "ha baba".



dibe ku kesê ev tişt hînî wî kiribe ji dewariyê jî fahm nake ye. li herêma me ji bo dewar û heywanan peyva "ho" heye û bi tena serê xwe tê gotin, piştî wê tu nav nayê. tew di ser de ev tişt devokî ye û li hêla botan peyva "ho" wek "ha"ya me ye.



li gorî min divê ji bo vê neheqiyê lêborîna xwe bixwaze..



edît: ev nivîs ji ber şîrovekirina nivîskar hatiye gotin. ne ji bo fikrên şexsê nivîskaran..



08.07.2015 22:29 ~22:46 | berxweda

15. trooleke. armanca wî cûda kirina misilman û êzidiya ye. ev rewş ewqasî mezin bûye ku êdî kurd giş ketine min navê misilmanan. yanî li gorî wî kurd misilman in û ji xwe êzidî jî êzidî ne.



bila bizanibe tiştekî werr tune ye. erê pirraniya kurdan misilman in û misilmanê rijd in. ji bo misilmanetiyê ermenî kuştine, asûrî kuştine, keldanî kuştine û heta nesekinîne birayên xwe yên êzidî jî kuştine. lê bila bê zanîn ku kurdan ev tişt ne ji bo kurdayetiyê kirine. ev tişt ji ber misilmanetiya bi dek û dolaban ve hatine kirin. heqê wan e ku agir ji wê misilmanetiyê bibarînin (ji xwe ew ne misilmanetî ye, ji ber şîrovekirina îslamê ya bo menfe'etê ew êdî minafiqî ye.)



û daxwaza min ji hola êzida jî ev e. ji xwe me van qir û fen û fûtan dizanin. tu jî ji kerema xwe re ji me re behsa êzidibûnê, êzidiyatiyê bike. tiştên wê yên baş û yên nebaş derxîne holê. bi vî awayî em ê jî êzidîbûnê nas bikin. em tije agahiyên şaş in. ji xwe a mezin jî em dibêjin êzidî ji xwedê bawer nake û ji şeytên(melek tawis) bawer dikin. di vê rewşê de em ê çawa êzidiyan nas bikin?



20.06.2015 19:14 | berxweda

1. nivîskarê nû yê tirşikê ye. bi navê wî meriv dibê êzidî ye. bi xêr hatiye.



17.06.2015 15:29 | berxweda