Tirşik - Profîl
tirşik-profîla dastanekkevin

profîla "dastanekkevin"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nebûna zimanê standart] de;

1. arîşek mezin bû milletê xwedanê ziman dirist dike. nebîna zimanekê standert û yekgirtî dinav kurdande evro di cîhana globalde dibe egerê hindek cûrêt fehimkirna xrap, bitaybet dinav bera kurdên bakur û başurde.



dewlemendîya zimanê kurdî ji alîyê zaravanve aşkeraye, û hindek caran tê dîtin ko ji bajar bû bajar şêwazê axivtnê tê gihorîn.



di zimane 'erebîde jî gelek zarav hene belê 'ereban ji bo xwe zimanekê standart helbijardîye ko ew zimanê nivîsîn û rewşenbîrîyêye û zimane fermîye (resmî) li gişt wilatên 'erebî.



xwezî me jî zimanek standert hebaya ez hîvîdarim di zûtirîn demde rewşenbîrên zimane kurdî kombibin û dest bi karên pêwîst bikin.



zarava min bxwe behdînîye û ez soranî jî dizanim, belê kirmancî ji bo min tecrûbeka nûye, ez hewil didim weko hewe baxvim belê ji bo xeletîyen ko ez dikim ez daxaza lêborîne ji nvîskar û xwêndkarên tirşik dikim.



10.01.2014 23:13 | dastanekkevin