Tirşik - Profîl
tirşik-profîla karmatî

profîla "karmatî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [şerefxan cizîrî] de;

1. Şerefxan Cizîrî di sala 1955'an de li Qamişlokê hatiye dinyayê. Piştî xwendina li Mêrdîn û Nisêbînê, di sala 1975'an de koçî Swêdê dike û li zaningehên Uppsala û Stockholmê dixwîne. Ew di sala 1986'an de li ser dîroka ramanê mastera xwe dinivîsîne û ji sala 1985'an û vir ve di nav Partiya Çep ya Swêdê de siyasetvaniya profesyonel dike. Ş.Cizîrî di ber karê siyasetvaniya profesyonel de heta niha bi navê "Tarih ve Uygarlık" bi tirkî du cîld nivîsandiye û dîsa bi tirkî "Yazarlık ve ldeoloji" pirtûkek çap kiriye. Bi kurdî Kultur û Raman pirtûka Cizîrî ya pêşî ye û di vê pirtûka xwe de bêtir li ser mijarên întelektuelî radiweste, behsa problemên bingehîn yên dîroka ramanê dike, bi analîz û perspektîveke cûda nêzîkî pirsgirêkan dibe.



01.12.2013 07:20 | karmatî