Tirşik - Profîl
tirşik-profîla dijber

profîla "dijber"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [risaleyên ihvanul safa] de;

1. kul û derdê biruya hayao miyazakiyî ye.

Navê ku divê wisa bihata nivîsîn: rîsaleyên ixwan el-sefa lê xuya ye xwediyê kul û derdê ji ber bandora zimanê tirkî wek tirkî nivîsiye û helbet asayî ye eger min bi farisî nezaniya muhtemelen min ê jî wisa binivîsiya.

wateya ixwan el-sefa jî ev e "birayên pakiyê an birayên dilxweşî yan birayên jidiliyê lê di dawiyê de tiştê ku sernavê vê mijarê ne zelal dike, ev e ku miorv nizane bê dê çawa behsa rîsaleyan bike lê ez ê çend agahiyên giştî bidim:

çapa temam û ya ku ji çar cildan pêk dihê di navbera salên 1887 -1889 de li bombaya hindistanê derketin û ji 52 name an rîsaleyan pêk dihe û fikira wan ku dînê îslamê û zanistên felsefî nêzîkî hev bikin û armanc jî hevkarî bû ta ku bikarin nefis, derûn an jî giyanê mirovÎ pak bikin û ew jî di rêya zanistê re.

gelek kes an alimên dînî vê tevgerê wek tevgereke bêbawer dihesibînin.



24.09.2015 15:54 | dijber