Tirşik - Profîl
tirşik-profîla dijber

profîla "dijber"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [reform ji bo tirşikê] de;




1. pêdiviyeke giring e ku dikare çend tiştan pêk bihîne:

1. kesên xeyidî vegerîne

2. kalîteya nivîs û nivîskaran çaktir bike

3. enerjiyeke nû bide tirşikê

, ev reform dê çawa pêk were?

1. hemû nivîskar ji nû ve bibin "çomez"

2. reform di tirşik forum û bi rêya e-peyamê werin nîqaşkirin

3. lijne an komîsyonek ji kesên ne heval û nenas pêk were ku bi erêkirina hemû endaman, nivîskar bên pejirandin.

4. makezagona tirşikê bi awayekî eşker, zelal bê nivîsîn û nabe ti kes di ser wê makezagonê re bê girtin û rewş çawa bibe jî nabe ew makezagon bê şikandin

5. damezirandina komîsyoneke hiqûqî ji bo nerîna li dozên berî reforman û herwiha piştî reforman ta ku biryaran bidin û biryar ne di destên birêveber û moderatoran de bin

6. bikin û henekê xwe bi vê fikirê nekin, hûn poşman nebin, madem em xwe biçirînin jî tirşik mezin nabe, naxwe bila tiştên heyî baş bin.



14.09.2015 23:09 | dijber