Tirşik - Profîl
tirşik-profîla dijber

profîla "dijber"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kanîzar] de;

2. kovara ku van rojan hejmara wê ya duyem jî derketiye lê dîsa wek ku kêmasiyên wê hene, ha ev jî heye di kovarên ez dikarim bişopînim de ez tenê vê dişopînim ji ber nivîsên husein muhammedî hêja ne û ji bo wê be jî hêja ye mirov bixwîne li gel wê diyako haşimî jî vê carê nivîsiye mijara bijartiye zêde taybet e lê dîsa jî gelekî xweş e û ji bo kirmanckî tiştekî balkêş heye, ev cara yekem e ku soranî bi kirmanckî tê ravekirin.



Kovara Kanîzar, hejmara 2



naverok



Sernivîsar: Kanîzar zaravayên kurdî tîne ba hev



Husein Muhammed: peyvsazî bi dariştinê



rizgar behadur: gerdnîş le kurdî kirmaşanî



Peyva vê carê: zanîn



george yule: dirûvên dengan di zimanî de (ji inglîzî: (bnr: dilyar amûdî))



Nasandina kitêbekê: rêzimana kurdiya başûrî bi fransî



hasan aslan: rêzimana soranî bi zazakî



ferhengoka zimannasî



Diyako Haşimî: Zanistî wergêrran



Şoreş reşî: Lêkolînên nû li ser hindûewropî



Dadname – ferhengoka dadnasî ya inglîzî-kurdî



kurterêbera rastnivîsînê



Here lînkê



05.10.2015 13:11 | dijber

1. kovareke elektronîk ya zimannasiyê ye ku bi pêşengiyahusein muhammed tê derxistin û îroj yan duh (nizanim ji ber min îro dît) hejmara wê ya yekê derket, tiştê gelekî xweş ku kirmanckîû kirmanşanîjî tê de hene.

Wekî din çend nivîsên berê weşandî hene û bi min ev kêmasiyeke kovarê ye û li gel wê kurdiya hin nivîsan ne zêde serkeftî ye lê dîsa jî hêjayî xwendinê û pêşxistinê ye û eger derfet û zanîna min hebûya, teqez min ê jê re binivîsiya û ha hûn ji vir dikarin bixwînin Here lînkê



07.08.2015 01:02 | dijber