Tirşik - Profîl
tirşik-profîla dijber

profîla "dijber"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pêkenokên kurdî] de;

62. kerek bi ji Lîbiya heta Tûnisê bazda û bihna wî çikiya û ji hev ket

piştî giya Tûnis, polîsan ew sekinand û xwest bizanin bê çima evqas rê baz daye û reviyaye û Jê pirsîn .

çima tu direvî?

ker got : ê Qadafî gotiye çêleka gişa bikujin *

.

.

.

ê gotin tu ker î tu ne çêlek î !!

ê de ka were û ji Qaddafî re bibêje û wî bi fêm kirin bide.

têbînî: dîsa înternet



15.09.2015 12:34 | dijber

61. 4 penaber di qata binî ya keştiyê, di nava komirê de ne. Bi dizî diçin Îtalyayê, dê ji wir jî li Ewropayê belav bibin. Yek Afxanî ye, yek Îraqî ye, yek Filistînî ye, yek jî Tûjo ye. Xeberek tê dibêjin polîs ketine keştiyê dê niha werin vir jî.



Li wir çewalên komirê hebûne. Gişk dikevin wan çewalan, xwe vedişêrin. Polîs tên, seranser digerin. Dibînin çewal hene.



Polîsek pehîna xwe li çewalê Afxanî dide, deng tê "mîyawww". Li yê Îraqî dide "ewt ewt", li yê Filistinî dide, "meeee".



Li yê Tûjo dide, "Komir e komirrrrr!".

nîşe: min ji internetê girt.



15.09.2015 12:28 | dijber

60. dibêjin rojekê tirkek û kurdek çûn diziyê, polîs bi wan hesiya û bera dû wan da, yê kurd xwe avêt bin tirimbêlekê û gava polîs hat got welleh ev tirimbêla min xerab bûye, ez tamîr dikim, yê tirk jî xwe avêt bin kerekê, yê polîs jê pirsî tu çi dikî? got ev dêya min e, ez şîrê xwe dimijim û yê polîs meşiya.

(bnr: henekên nexweş)

(bnr: pêkenokên nexweş)



10.09.2015 15:27 | dijber