Tirşik - Profîl
tirşik-profîla gulêê

profîla "gulêê"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tarlabaşı] de;

7. Wek ku hûn jî dizanin tarlabaşi bi torbacî û dizên xwe navdar e. Ev hevalê ku vî karî dikin li gora bajarên xwe tax bi tax ji hev diveqetin. Taxa nêzî çukurê ya Mêrdîniyan ya nêzî rawestgeha tarlabaşi ya diyarbekiriyan û filan bevan. Tabii hin Kom hene ku di nav wan de qereçî û tirk jî hene. Tirkî û qereçiyên di nav van koman de bi Xêra vî karî hebkî hînî kurdî dibin *

Weke din êdî hejmara kurda li Tarlabaşiyê weke berê zêde nîn e. Ji ber sedema "kentsel dönüşüm" gellek malbatên kurd ji vira çûn. Ihtimaleke mezin hemû malbat ê koç bikin. Ez jî di nav de.

Û dizekî navdar heye -em dikarin bibêjin mafya jî - firat delîbaş. Kolanek ya wî ye û ev kolan bi alikariya Napolyon -yanî kuçikê wî- tê parastin. Carna qîr qîran zilaman tê ku diyar e ji fırat delîbaş lêdane dixwin.



29.03.2016 16:51 ~16:57 | gulêê

6. Tarlabaşi taxeke Beyoğlu ye. Li vira kurd, tirk, qereçî, reşik û nizamçik nizamçik hene. Piştî şerê li Sûrî gellek Kurdên ji rojava hatin vira û êdî Tarlabaşi tijî zar û zarok e. Û van cîranên nû bi xwe re hin tiştên nû jî anîn mesela êdî li taxa me Felafel tê firotin û malbetek kewan difroşe. Jinên kurd yên bi deq û dest cixare çîrokek/jiyaneke nû şanî me dan.



26.03.2016 16:30 | gulêê