Tirşik - Profîl
tirşik-profîla gulêê

profîla "gulêê"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kurd biçe ku dere kurdekî dibîne] de;

1. Li zikê Moskovayê li Meydana Sor im, ji bo pîrozkirina russian unity dayê meydan piçkî qelebalix e. Hêdî hêdî dimeşim ji the cathedral of vasily the blessed -Hûn vira dizanin ew avahiya ku qubbeyên wê mîna pîvaza ne û rengorengo ye.- derketime. Li derdorê dinêrim herkes bi heval û hogirên xwe re digere, ez wisa bi tena serê xwe digerim, tenê me lê belê ji min bextewartir tu kes tune ye.
Piçkî din jî meşiyam û min çi dît?
k24 !! li ber min e û bi jinikekê re roportajê dike. Çiqas bextewar bûm bi dîtina du kesên ku ez wan nas nakim, lê dizanim kurd in û hêdî hêdî nêzî wan dibim. dipirsim;
-hûn kurdî zanin?
dibêje;
-Da! (erêya Rûsan)
Cardin jî dipirsim, ji ber ku ez bersiveke kurdî dixwazim, û ew jî dibêje;
-Belê.
Çiqas bextewar dibim, Li zikê Moskovayê min du heb kurd dîtine *
û me paşê civateke pir dirêj danî.

*Ew heval ji Başûr bûn.



06.11.2017 22:15 ~22:18 | gulêê