Tirşik - Profîl
tirşik-profîla kevçiyê dil

profîla "kevçiyê dil"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ûr û rovî] de;

13. Xirtikandina wan zehf zehmet e. Pêşiya heyvekî çûbûm stenbolê cem malbata xwe. Êvarê me ûr û rûvî xwarin. Piştî şîvê diya min got milê min ê çepê diêşe, çawa welê got, dilê min kir kutkut û min bir nexweşxanê ''dil xwe de sağlıkçi me û texmîna min krîza dil e''*

Neysa em çûn acîlê EKG kişandin li xwînê nêrîn filîm girtin tiştek derneket axir Voltaren krem nivîsandin û em şandin malê. Dilê me rehet bû. Min got yadê qey te îro çi kir te mehfûr şuştin? Got na yadê min ûr xirtikandin. Jetona min a heştkoşe go tringg û ket. Diya min wek min destê xwe yê çepê bikartîne..



19.11.2015 03:00 | kevçiyê dil