Tirşik - Profîl
tirşik-profîla kevçiyê dil

profîla "kevçiyê dil"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [taybetmendiyên zavayên ku dayikên kurd dixwazin] de;

7. Sala duyem bû ez ji stenbol û ji malê veqetiyabûm, min li trakya dixwend, rojek bo betlanê çûbûm malê cem dê û bav. Em ji xwe re rûniştibûn. bav pirsî; erê ka bêje te li wir ti hemşehrî nedîtine. min jî go belê yabo zehf in, yek ji şirnex yek midyat yek Wan yek diyarbekir..û min deh panzdeh kes hijmartin, diya min jî dest bi ken kir her dikenî heta hêstir ji çavan hatin. bavê min go keçê ma morik in tu wan bi dar ve dikî, yekî tenê bêje, axir min fêhm û fihêt kir û ez ji mezelê reviyam.. diya min li pey min bi dengekî az go, "keça min hey hemû dixtor bin wa nîşa me bike em ji te re yekî hilbijêrin" û dîsa bû tîqtîqa wê, ez rizîl kirim*

Welhasil dayîk carna zavayên dixtor jî dixwazin.



26.03.2015 22:31 | kevçiyê dil