Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nimêj] de;

2. îbadeta ku ji bo xwedê tê kirin. di rojê pênç car, roja înê û cejnan de wek ferz tê kirin. ji xeynî ferzan, sinenetên nimêjê jî hene ku hz. Mihememed bixwe kiriye. dema mariv nimêjên sinnetê bike, xêr e lê neke jî ne guneh e. mariv cara ewil diçe daşîrê taharet digire ango bi avê qûna xwe paqij dike, dûre xwedê bêje erê tê destmêja xwe digire, xwe pê paqij dike, cihekî guncav-paqij hildibijêre û berê xwe dide qibleyê, ku qible jî di mekkeyê de ye mala xwedê lê ye. ji bo kurdistanê dikeve hêla başur li gor bajaran jî mariv piçek kavîs dide.



nakokiya min a herî mezin e. ji ber ku ez bixwe mirovekî bawermend im hetta piçek jî mihafazakar im. deh sal heye ku dixwazim dest bi nimêjê bikim lê ji ber teraliya xwe dikim nakim bi ser nakevim. gelek caran min dest pê kiriye lê zêdetir deh roj dewam kiriye. dema mirinê difikirim ji ber vê kêmasiya xwe gelek ditirsim tevz dikeve goştê canê min.. xwedê li me hemûyan were rehmê. . de bêjin amîn



25.04.2014 00:16 | ferhenga şikestî