Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [seks] de;

32. tevgera ku ji bo berdewamiya mirovahî û heywan û ajalan û vejîna xwezayê pêwist e..

zewqa ku jê tê girtin, bi kerema xwe de hatiye afirandin. ew jî dizane heke ne jiber zewqê bûya wê kes vî tiştî nekira**

tabê bila kes xwe nexapîne, ger oldar bî, ger dildar bî, ger deîst bî ger ateîst bî an jî çi gû dibî bibe jin an mêr qet ferq nake, dilê her kesî/ê lê ye. dema mariv balix dibe û ji zarotiyê derdikeve di laşê mariv de guherîn û veguherînên hormonal diqewimin, ji bo ku zarok baştir vê guherînê fêm bikin û nebin belayê serê mirovahiyê divê di wî emrî de ji pisporan perwerdehiyê bistînin.

niha civata ku em têde ne(hemî rojhilata navîn û gelek deverên dî ên dinyayê) civateke girtî ye, dema tu behsa girîngiya vê yekê bikî, ihtimal heye ku werî ricimkirin**





têbinî: dema ku ez diçûm dibistana seretayî, komeke mamosteyên ku ji biyolog û psîkologan pêk dihatin hatin dibistanê(hê dozdeh salî bûm) û wan em girtin saloneke mezin û dest bi qalkirina vê yekê kirin. di kêliyên destpêkê de şok bûbûm, ji ber eyb û şerman xwêdan heta qûna min niqutîbû. zaroyên dî yên dibistanê bi qasî meheke li ser vê perwerdehiyê henek û tinazan xwe yên berredayî kirin lê min gelek şerm dikir, dikarim bêjim ku dema liqayî keçikekê dihatim min rûyê xwe dikire li ber xwe û soromoro dibûm*

(bnr: ew jî bîranîneke min e bi vî rengî bû)*



09.04.2015 19:03 ~19:10 | ferhenga şikestî