Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pepûle tv] de;

27. qanala ku di rojê de kêmtirîn saetek godarî dikim

cihê xweşî, kêfxweşî û şanaziyê ye û êdî hencet û sedema zarokanîna vê dinyayê ye* ji lew êdî zarok dikarin bêyî qanalên bêhnpêketî û alava bişavtinê yên tirkên qûnbigû, heya detpêka dibistanê di malê de ji xeynî kurmanciyê peyveke din ê zimanên biyanê seh nekin û nebihîzin.. wek li jor jî hatiye destnîşankirin ku bi awayekî pisporane û profesyonelî karên xwe dikin di warî wergerê de hama bêje tekuztirîn û resentirîn wergerê bo kurmanciyê dikin ku mariv qet pê nahese ku ji zimanekî din hatiye wergerandin

tiştekî din jî ew e ku tu dikari di heman demê de zaravayê qanalê biguherînÎ, HEK XWEDÊ BÊJE ERÊ Û di siberojê de zaroyên min hebe divê ez ê car caran zaravayê soranî jî ji wan re vekim bo ku guhên wan hînî peyvên soranî bibin, jixwe ez kurmancî û zazakî dizanim, bi xwedê kêf kêfa wan be*



28.09.2014 15:15 | ferhenga şikestî

16. qenala ku hem bi soranî hem bi kurmanciyê weşanê dike. dema ku lê temaşe dikî li ser ekranê vebijêrkên kurmacî û soranî derdikevin dema pêl li rengê şînê dikî dibe bi kurmancî...

qenala ku niha darî dikim. bi xwedê, sê telaqê bêfetva û qurana ku we pê îmana xwe aniye min di zarotiya xwe de jî ji temaşekirina kartonfîlmê wek niha kêfxweş nebûbûm:-)

bi şeref em kurd pir guneh û belengaz in yaw dilê min li min û li me şewitî gidîî!



21.05.2014 20:40 | ferhenga şikestî