Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [zimanê tirşikê] de;

5. pirr baş e lê hin tirşiknûs dixwazin ku zimanekî mekanîk çêkin û herikbarî û firehbûna vî zimanî sînordar bikin..

ji ber ku kurdî qedexe bû û nehat bikaranîn pirr pirsgirêk rûda ji wan yek jî ew e ku kî çû hînî rêzimên bû hat li ser her kesî bû pispor û mamosteya/ê vî zimanî..

beriya her tiştê divê ev pirs bê bersivandin; rêziman çi ye û bi kêrî çi tê?

axaftin ji bo çi ye? ji bo ku di navbera însanan de têkilî, ragihîn û ragihandin çêbe, ango însan ji hev fêm bikin, danûstandin çêbibe û civakbûn pêk were, xwedê ziman dayiye însanan..

dinê çiqas guherî û berfireh bû ziman jî bû çend beş û ji hev veqetiya zimanên cur bi cur derketin û îro em dizanin ku nêzîkê şeş hezar ziman hene li ser dinê...

gava ku ewropa pêşve çû û ramanên nûjen yên ji hev cuda û têgeh û pênasên nû hat afirandin hîn qîmeta raman û bîrûbawerî jî bêhtir bû jiber wan sedeman girîngiya zimên jî bêtir zelal bû. piştî ku matba îcat bû çapkirin û belavkirina kîtêban jî hêsantir bû. ji wir şûnde jî rêziman ji bo standarkirina zimên bû xebata sereke ji bo ramyar û rewşenbîrên neteweyan

çima?

îngîlîztan û fransa pêşengiya mêtinkeriyê dikirin ji bo ku bandora xwe bêhtir li ser welatên bindest, bi xwe re zimanê xwe jî dibirin îroj pirr dewlet hene ku nijadê wan cuda ye lê zimanê wan ê fermî ya bi îngîlîzî ye yan jî bi fransizî ye. ji bo ku ziman baş bê fêmkirin divê ziman standart be û zimanên awropî di sedsela bîstemîn de xwe standart kirin lê niha binêre ji deh heb zêtir devoka îngîlîzî hene.. çima? ji ber ku berfireh bûye û hatiye bikaranîn. lewma ye ku her ku diçe baskên îngîlîzî mezin dibe û dewlemend dibe lê tu rika rêzimên bigirî û di deqê carekî de dawa rastnîvîsî bikî nabe kekecan ne ku dibêjim em nivîsên belawela binivîsin! em bi zimanekî qedexe dinivîsin û ya girîng jî me bi zimanekî din perwerde dîtine mejiyê me pêrgî tecawizê hatiye normal e ku xeletî çêbibe lê hin xeletî hene ku di pêşerojê de vegotinê berfirehtir dike. çawa? dema komara tirkiye ava bû di zimanê tirkî de tenê sê hezar peyvên resen ên bi tirkî hebû û ji xwe re rêziman jî çêkiribûn. rezimaneke sînordar û rût ku mariv bixwesta li gor rêzimanê binivîse îman li mariv nediman ji ber ku heta wê demê li ser erebî-farisî pêk hatibû qaîde û pîvanên wan ên niviskî lê dixwestin zimanê xwe ji peyvên biyanî û rêzimana xwe jî ji bandor û mantiqa zimanên biyanî paqij bikin bi demê re pirsgirêkên mezin qewimîn û heta îro belkî bîst car rêzimana xwe guhertin. qural û qeîdeyên rezimên eger statîk be ziman pêşve naçe vegotin berfireh nabe xweîfadekirin qels dimîne honandin sînordar dibe.. çaxa ku yaşar kemal derket û berhemên tekuz afirand, pisporên tirk matmayî man yaşar kemal hêza xwe ji kurdî digirtin û bi dewlemendiya zimanê xwe vegotina tirkî jî berfireh kir bi tirkiya xwe ya derveyê sînor ê rêzimên. mixabin ji zimanê tirkî re xizmeteke baş kir tenê ji ber yaşar kemal du sê car rêziman hat guhertin

wek encam dikarim bibêjim ku rêziman ayeta xwedê nîn e her gav diguhere ji ber ku hêza xwe ji axaftina rojane digire ne tene, berhemên nivîskî.

zimanê xwe sînordar nekin dibe ku şaş be yan jî rast be ew ne girîng e.

ziman wek lastîk e çiqas kaş bikî ew qas berfireh dibe û dewlemedbûna zimên jî girêdayê bikaranîn û berfirehbûnê ye..



09.02.2014 15:45 | ferhenga şikestî