Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rewşa ciwanên kurd] de;

2. ez bi dilekî rehet û bi hêsanî dikarin bibêjim ku rewşa ciwanên kurd ji yên tirkan jî ji yên ereban jî gelek baştir e li hêlekê din jî tu nikarî beranberiyê çêbikî ew serdest in em bindest in civata serdest û bindestan tu car nabe yek derdê serdest tenê derdê rojane ne lê bindestî ne wisa ye hem di rojeva te de malbat û jiyana te ya taybet hene hem jî pirsgirêk û teşqeleyên civatî hene lewma gava ku hevseng binî û bipîvi tu yê neheqiyê bikî.. di kurdistanê de rewş têvel û têkel e nirxandinekê bi giştî nayê kirin hem li gor herêmê diguhure hem jî li gor bîrûbaweriyê diguhere lewma nirxandina rewşa ciwanên kurd bêtir zor û zehmet dibe.. lê di rêya azadbûna kurdistanê de rewşa ciwanên me qet baş nîn e belê rast e hêşmendiyeke çêdibe lê çawa û bi çi awayî? pirsa sereke ev e. kurdistanê de çiqas raman pêşde diçe civatbûn têk diçe takekesîti ser dikeve li amedê pirr mînak hene ciwanên ku li pêş in bi pirranî tenê ne û xwe tevlî civatê nakin dûr dikevin û qadên jiyanê vala dimînin paşê lê dinêrî ku ew Valahî ji aliyên mirovên nebaş û paşverûyan hatiye tijekirin divê di civatê de kesên ku pêşverû ne di meydanê de bin, çalak bin.. li gor hejmarê ciwanên jîr û jêhatî pirr dibin lê li gor rêjeyê kêm dibin xwedî li zimanê xwe dernakevin mixabin kurdên ku akplî ne ji bdpliyan bêhtir bi kurdî dipeyivin bi kurtasî rewşa ciwanên me li gor rewşa ciwanên din baş e lê li gor daxwaz û xwestekên me nebaş in..



25.01.2014 16:10 | ferhenga şikestî