Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pirtûk] de;

5. Hama bêje her şev berî razanê saetekê dixwînim lê ji ber kurdên mejîsist êdî wek tiştekî rîtûelîk têt ji min re loma îmana min jê çúye.

Ez kêngî instagrama xwe vekim ji deh wêneyan sê ji wan pirtûk in, bi xwudê kim naxwînin jî, jixwe bixwendana pêdivî bi tiştekî wisa erzan û ehmeqana nedianiyan.

Yan li gel qehweyekê, yan li gel hinarekê, sêvekê, çayekê, qûzê kerêyekê wêneyê pirtúkê digirin, di binî de jî şîroveyên xwe yên ultra ajitatîf dinivîsin û parve dikin. Xwedê got îqra negot parve'ke

Neyse hevalno min ji we rîca ye; tevgerên wilo egretî û dirû nekin ez qurban..

Hêdî hêdî em pûç dibin, hemî nirx ú hêjayiyên me yên ku em pê wan dikarin xwe wek însanê kamil ú feresat-fireh bihesibînin û dizanin her mirov dinyayek e ber diavêjin. 'Ro bi ro xwezî bi do' dibin



25.08.2016 23:08 ~23:12 | ferhenga şikestî