Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tirşik forûm] de;

1496. her du peyv jî ji heman kokê tên.
cemed navdêr e cemidîn lêker e.



30.01.2024 14:41 ~14:41 | ferhenga şikestî

1354. Min di vir de îzah kiriye heta serê min diêşê bila carekê pozê min biêşê/138167



09.12.2021 22:42 ~22:42 | ferhenga şikestî

1352. @keyomerd ?



09.12.2021 22:37 | ferhenga şikestî

1345. ti moderator nikarin destê xwe bidin peyama nivîskarekî, ez bawer im simurg jî neguherandiye.
lê bi qasî ku tê bîra min peyam nehatiye guherandin. min belkî penç şeş sal berê jî peyama hanê xwendibû wê demê jî peyam wisa bû. dibe ku baş nayê bîra min.
jixwe eger peyamek were guherandin di dîroka nivîsandina peyamê de roj û saeta guherandinê jî xuya dibe lê em dibînin ku kesî guherandinek nekiriye.



08.12.2021 14:51 ~14:52 | ferhenga şikestî

1264. Mijara ku hatiye vekirin ne derî Formatê ye loma ti mafê moderatorekî nîn e ku mijar û peyamên ne-derî Formatê jê bibe.
Format tiştekî dî ye, mijar an peyama berredayî tiştekî dî ye.
Di rêziknameya prensîbên tirşikê de xala 'nivîsandina peyam û mijarên berredayî qedexe ye' tune ye...

Li gorî min futbol tiştekî berredayî ye li gorî yekî dî em bêjin sînema berredayî ye, li gorî yekê dî polîtîka berredayî ye falan û bêvan. Heqîqeta rastîn çi ye? Baş çi ye xirab çi ye? Çep çi ye rast çi ye? Ewana giş fikr û ramanên şexsî ne.

Heqeret û dijûn zelal in lê tiştên ku nivîskarên tirşikê ji xwe dikin derd û kul û xem, ew êdî aîdê wan in
Welhasil ji kerema xwe re helwest û sekn û felsefeya xelkê bi elega xwe nepîvin.



10.10.2021 14:09 | ferhenga şikestî

601. min jimart, 123456 car gotiye ego, dibêjin mirovek li ser kîja peyvê zêde biştexile ew kompleksa wî kesî ye.
ha em guhê mirovan kaş nakin, çek berra serê însanan nadin an jî li binê erdê naxin kes bi zorê nikare peyamên xwe bide xwendinê. mecbur nîn î kakgyan ma tu daw'a îmana me dikî? hej ji şêwaza nivîsa yekî nekî nexwîne law. te ew qas leqleq kir weyy



20.12.2017 14:37 | ferhenga şikestî

599. ya yekem; jixwe wek mijar tirşik forum hatiye vekirin wa ye tu jî têde nivîsiye*

ya duyem; ez bawer dikim nivîskar li hÊyvê dijî, dibêje dirûvê ferhengê jê nayê. tu bêjî qey di hemî ferhengên înteraktîf de her gav peyamÊn têr û tije î bi şêwaya pênasê tên nivîsîn lê hîç peyamên subjektif nîn e. mala minê tê bêjî qey bi tenê li tirşikê ev tişt heye. di pênasa ferhengên înteraktîf de du xîmên sereke hene; yek pÊnaseya objektîf yek jî pênaseya subjektif ango şîrove. ev her du dikin ku ferhenga înteraktîf ji forumê û ansiklopediyê cihê be. madem ji vê rewşê eciz î here ji xwe re her roj wikipediayê bixwîne. ger bi tenê tiştên objektîf hebûya dê ferqa tirşikê ji wikipediayê çi bû? di ferhengên înteraktîf de şîrove, serpêhatî, laqirdî û mîzah gelek girîng in. ger di mijarê de bes pênasek hebe têr dike ku meriv şîrove jî binivîse.

ya sêyem; agahîdayîna navê tiştekî bixwe pênaseyek e

ya çarem; gilî û gazincên memûrtiyê û qisekirina li ser tecrûbeyên memûriyê, pênase bixwe ye. yanê camêrek rabe di mijara memûrtiyê de behsa serpêhatiya xwe bike ew ne li dijî formatê ye. rasterast bi memûriyê ve pêwendîdar e. camêrek rabûye qala şert û mercên memûriyê kiriye ez bawer im ew jî derbarê memûrtiyê de tiştinan amaje dike newsa?

ya pêncem; di mijarekê de ger agahiyek hebe têr dike ku di nava formatê de bê nirxandin. wek mînak di mijara qersê de gelek agahî hene tu dikarî ji wir tiştna derbarê qersê de fêr bibî. ne hewce ye meriv hezar car binivîse 'bajarekî kurdistanê ye' jixwe carek hatibe nivîsîn bes e. meriv wexta wê sernavê ditikîne hezar tişt derdikevin. wek mînak;
1. bajarê kurdistanê. yek jî dibejin serhed qers.
3. orhan pamuk xwediye xelata nobel di pirtûka xwe ya bi navê berf-kar-de û derneherê tirk reha erdem jî di fîlma xwe ya kosmos de zehf pesnê kevnarbûn û ava yên qersê dikin
4. li ser bextê wîkîpediyayê be ji bo qersoka şêrîn û rengîn dibêje: ''li gorî çavkaniyên dîrokî, di dema hîtîtiyan de navê herêmê "ermania" bû. navek bajar yê kevn jî "araks" û "karask" bû. navê ku niha jî tê bikaranîn jî, ji gotina qasrak tê. tê texmînkirin ku ev nav ji êleke ku beriya zayînê, li vê deverê bi cih bûye tê. li gorî hin baweriyên din, navê bajêr, ji gotinek zimanê gurcî tê ku ew jî tê wateya bajarê bi derî. kurd jî, ji bajêr re dibêjin qers û ji herêmê re jî dibêjin serhed. ji ber ku bajarê qersê wekî deriyek e ku kurdistanê bi qafqasan û bi deryaya reş ve girê dide, xwedî şûnwariyek kûr e.

gelek gund ji rojên pir sar û hişk re "qers" dibejin.''

10. yek jê bajarê kurdistanê ye ku bakurtirîn, sartirîn, derewtirîn û dekûdolaptirîn ê bajarê kurdistanê ye ez her çiqas ji amedê bim jî di qersê de ji dayik bûm û nêzîkê heşt sal jî li wir jiyam bi qasî ku li jor hatiye gotin ne entelektuel e ne şîrîn e ne jî şekir e... belê rast e pirr tevlihev e nijadên cur bi cur hene û hê jî dijîn tu car jî pirsgirêkeke neqewimiye. ma çima biqewime? jixwe her kes dibêje em di rastiya xwe de tirk in nexwe ku ne hewceyê pirsgirêkê ye.. her çi qas navê zazayan wek serhişk derketibe jî di warê serhişkbûnê de kes nikarê av li destê qersiyan bike.. 8 sal li wir mam bîranîneke jî xweş nayê bîra min.. têkiliya marivtî û xizantî qet tune ye di rê de hevudu dibînim qet silava xwedê jî nadin hevudu têkiliya ku di nav civatê de ye jixwe li ser berjewendî ava bûye gava ku min bi wan re dipeyiviyam ji min re digotin tu ji kû yî min digot amed û digotin 'xwarzî binêre li vir ne amed e baweriya xwe bi tu kesî re neyne gava rûsan ketin li qersê em hînî derewan kirin niha jî di nav damarên me de hêj xwîna derewê digere lewma em nikarin rastî bipeyivin' ew bixwe wisa digotin lê hûn ê bipirsin qet başî tune ne? wale nayê bîra min qers zindana min bû lê du heb navçêya qersê hene ew baş in dîgor û kaxizman.. gava ku pê dihesiyan ku ez ji amedê me kêfa wan dihatin xwedê ji wan razî be lê hew!)

li gorî rÊjeya peyaman têra xwe agahiyên tÊvel hene, ger ku dîsa jÊ ne razî bî de ka kerem bike tu binivîse. de walle qisûr mêze meke ji bo ku tu xwe tatmîn bikî em nikarin 24 saetên xwe bo nivîsandina agahiyan biserifînin. kurdên me ecêb in bavo. tiştekî nakim lê li ser tawanbarkirina teraliya xelkê bi gîsinan çavêd xelkê derdixin. wextekî keçikek ji min re peyam rÊkiribû, gotibû ji bela ku versiyona mobil a tirşikê nîn e ez nakevim nanivîsim. mi go tu ekşiyê dişopîni? go erê mi go ekşi zêdetirî 18 sal e heye lê ev bû salek e rabûn versiyoneke mobilê saz kirin. nexwe tu çima wê dişopînî û dinivîsî? go niza walle. yanê ji xwe re li hincetan digere. wextekî dijber hebû hama bêje bi tenê peyamên rexneyî dinivîsand lê tu lê dinêriya ew bixwe tu tiştekî nedikir. hemî peyamên wî bnr bûn û giş jî vala bûn.

ya şeşem; belê tu dikarî di mijara tualetê de behsa serpêhatiyên xwe û bav û kalên xwe bikî.

ez dixwazim vê şaşfêmkirinê careke dî rave bikim. tirşik.net ferhengeke înteraktîf e. baş bala xwe binin, 'înteraktîf, înteraktîf, în ter ak tîf! yanÊ ne ferhenga zana farqînî ye. îzah jî hene, pênas jî hene, şîrove jî hene, serpêhatî jî hene, fikr û raman jî hene, nêrînên şexsî jî hene. ango hem nesnel e hem subjektîf e. têde futbol jî heye, sînema jî heye. dikare qala astrolojî jî bike, dikare qala pirça spî ya qûna kalekî jî bike. ev formata wê ye. hûn ferhenga herî mezin a tirkan binêrin. di rojê de belkî deh hezar peyam tên nivîsin. ji wan belkî hezar heb nesnel û objektîf û li gorî formatê ne, yên dî giş derê formatê ne û şîrove ne.
em jî dixwazin di tirşikê de em her roj li ser fîzika atomê, li ser mekanîkê, li ser gerstêrkên nûdîtî û kefşbûyî, li ser karl marks û adam smith, li ser tarantîno û li ser tesla peyamên têr û tije binivîsin û bixwînin û belav bikin û iq'ya xwe bikin 250! lê ew wisa bi gotinan nabe. ha tu bêjî ezê şoreşa tirşikê li dar xim. de kerem bike em li te guhdar in. êdî malbata tirşikê bi mereqdarî çavlirêya peyamên te ne

fermo bilbilÊ dilkul tu êdî dikarî bitirşikînî



20.12.2017 11:48 ~12:27 | ferhenga şikestî

482. @berxweda
Min çend sal berê xwendibû loma baş nayê bîra min ezê wê gotarê peyda bikim. Tîpa zyê heye lê wêga xirakirî bûye. Ezê sibehê vê meselê zelal bikim



18.02.2017 01:14 | ferhenga şikestî

480. @gumgumok
Ev şaşiya çapê ya ku behs dikim ji vir sed sal berê qewimiye loma wisa pirr zêde berbelav bûye
Ger ez gotara ku behs dikim bikaribim peyda bikim ezê ji te re jî bi rê kim. Lê êdî pêşniyar jî ketiye zimên loma tê têgihiştin



18.02.2017 01:00 | ferhenga şikestî

478. @gumgumok
Min pêşniyaz nîvîsandibû lê te wek pêşniyar mijara hanê vekiriye
Ji vir çend sal berê min gotarek xwendibû derheqê vê mijarê de kêm zêde tê bîra min. Peyv nîyazê ji erebî tê jixwe bi vî rengî derbasî tirkî jî bûye. Şeklê resen ê vê peyvê nîyaz e, te dît tirk jî dibejîn 'niyaz ettim'
Vêga çima di kurdî de wek nîyar bûye? Ez ne şaş bim cara ewil ev peyv ji alî mamoste mukrîyanî ve derbasî kurdî bûye, dibêjin di matbaaya mukrîyanî de tîpa zyê xira bûye û ew peyv bi şaşî ne pêşniyaz lê wek pêşniyar hatiye nivîsîn û wisa belav bûye. Mesele pirr baş nayê bîra min lê tiştê ku tê bîra min pêşniyaz ji ber kêmasiyekê nehatiye nivîsîn û pêşniyar bi şaşî belav bûye û wisa heya îroj hatiye



18.02.2017 00:51 | ferhenga şikestî

476. @hozan serhad
Li gorî wîkîferhengê peyva rehtê ji rehetê tê



18.02.2017 00:44 | ferhenga şikestî

470. (bnr: pêşniyazên tarîfeyên mobîlê)



17.02.2017 23:56 | ferhenga şikestî

468. @ceso
Te jî got qey min tiştek got?
Bipirsim, ku rast e? Ko rast e? Go rast e?
Miraq rast e? Mirax rast e? Merax rast e? An meraq rast e?
Guherandin rast e an gewirandin rast e?
Reht rast e? An rext rast?
Ez bêjim belkî tu xwedî ewqas agahiyên nîn î, normal e yanî herkes ne mecbur e her tiştî zanibe
Hemî peyvên li jor rast in. Hemî giş di tekstên kurmancî de derbas dibin û heta ku dewletek saz nebe û piştî salan bi vî zimanî perwerde çênebe û kurdî standart nebe tu nikarî bêji ya min rast e.



17.02.2017 16:21 | ferhenga şikestî

465. Ew ne retbûn e rextbûn e
Bi pirranî wek ez rext ketim tê karanîn
Ez îroj pirr xebitîm û rext ketim



17.02.2017 15:28 | ferhenga şikestî

462. simurg56 carûbaran yêdeka daneyên tirşikê digire loma ger tirşik were heckkirin dê hemî daneyên tirşikê çem û çem neçin.
Mîsal, îroj Simurg56 em bêjin ku yêdeka daneyan girtin, sê roj paşê tirşik hat heckkirin, wê bi tenê daneyên sê rojan çem û çem biçe



17.02.2017 00:12 ~00:13 | ferhenga şikestî


456. na nabe, ji ber ku li gorî formata tirşik forumê ez dikarim li vir pozê xwe yê xweşik û lihevhatî têxim her derî.
û bi qasî ku ji civîna stenbolê tê bîra min tu lawikekî biqail û efendî bûy, ev heqeret li te nehat, peyvên ku hûn rû bi rû nikarin li ber însanekî bi kar bînin, di vir de jî bi kar neyênin. fedî bike.



14.02.2017 14:08 | ferhenga şikestî

454. meriv nimreya xwe eşkere bike baş e qey?
ger hûn sixûr nebin tiştekî pê nayê
(bnr: muhittin topalak from kazlıçeşme)*



14.02.2017 13:57 | ferhenga şikestî

376. Peywira li'yê zêdetir e, bi armancên cûda têt karanîn lê di...de ne wisa ye.

-li amedê me

-ew cil li min tê

- li xwe vegere



Di.. de bêtir wateya hundirîn dide. Lê li destnîşan dike



21.07.2016 17:47 ~17:48 | ferhenga şikestî

359. Kovara nûbiharê nêzikî 24 salan e weşana xwe bêyî rawest didomîne. Di sê mehan de carekê derdiçe û belê meriv dikare bibe abonman.

Ger hûn bi rêvebiriya kovarê re li ser tevn û tora civatiyê bikevin têkiliyê dê hûnê karibin bibin..



26.06.2016 21:29 ~21:30 | ferhenga şikestî

316. min jî fÊm nekir, mariv dibÊje qey yek hew ji bo reşikdayînê qeyda xwe çêkiriye*



13.04.2016 21:39 | ferhenga şikestî

292. hahoo hahoo, ev çi îş e gidî..

bi xwudê kurd qirdikên dinyayê ne*



07.01.2016 20:40 | ferhenga şikestî

289. di lînka jêr de straneke gelek xweş heye, min çi kir jî bi ser ve nebûm

gelo hûn dizanin navê vê stranê çi ye û kî dibêje?

Here lînkê



06.01.2016 21:15 | ferhenga şikestî

287. mixabin strana jor kes nizane, ez bim ezê jî nizanibim lê yek ji min pirsîbû min got qey li van deran belkî were zanîn..



02.01.2016 16:43 | ferhenga şikestî

286. silav hevalno!

pirseke min heye, kî zanibe û bersivê bide bila mala wê/î ava kurê wî/ê zava be*

berê stranek hebû aniha baş nayê bîra min bi tenê du ristên stranê di hêşê min de maye ku ne şaş bim wek 'xira bibe cizîra botan, kevir li ser kevirê de nemîne, ziwa bibe çemê cizirê, av di binî de qet nemîne, mem û zînê lê hewşa bekir beko' bû..

hama bila xweyîxêrek evê stranê ji min re peyda bike, ezê diayên xêrê jê re bi rê kim*



01.01.2016 21:06 ~21:12 | ferhenga şikestî

282. hewalno destekkkk!!

problemeke min heye, ez di warî karanîna înternetê de gelek cahal û kêrnehatî me, ez êşa vê kêmasiyê nexasim di daxistina fîlman de dikêşim. madem li vir ferhengeke înteraktîf e, min got herhal entryek ku karibe di hîşê min de çirûskekê vede, helbet hebe lê axirî min tu rêç jê peyda nekire..

xweyîxêrek bila ji kerema xwe re weka ku ji bîlalî re qal bike, ji min vê rêbaza daxistina fîlman qal bike, da ku ez jî karibim ji înternetê fîlman daxînim..

hetta dikare di binê vê mijarê de bnr'ek bide û mijareke veke û bi awayekî berfireh qala vê meselê bike, ku xelk jî keysê jê bigire..



28.12.2015 13:27 | ferhenga şikestî

266. edît: temam e hewaldînyolar me safî kir meselê*



23.11.2015 19:57 | ferhenga şikestî

264.

navê te kaçûmanok, navê te bêndera tayê

sira nesimî hênik tenik, dil çola kerbelayê





di helbesta jor de peyva kaçûmanok heye, gelo meriv wê çawa dikare wergerîne tirkî?



23.11.2015 19:28 | ferhenga şikestî

261. min berê gotibû ger meriv cînavkan bi kar neyêne hevok şelû dibe, di tirkî de jî wisa ye

nanê min xwar

ew nanê min xwar

nanê ku min xwar

diyar e ku pêwist nîn e lê cînavkan pêwist e

di mînaka te de jî min gotibû ger meriv cînavkê bîne beriya hevokê dijber dibe bireser lê ger ku binî dibe kirde û alozî cenabê



20.11.2015 00:31 | ferhenga şikestî

259. mijarên ku dijberî sererast kirine

di hevoka jor de dijber kirde ye (jixwe dijber sererast dike, nayê sererastkirin ango di bin bandora kirdeyê de nîn e kirde bixwe ye)

mijarên dijberî sererast kirine

di vê hevokê de jî mijarên dijberî bûye bireser (bireser ew hêma ye ku di bin tesîra karî de dimîne ango kirde nîn e lê dijber bixwe dibêje min mijar sererast kirin, ne ku mijarên min hatin sererastkirin)



20.11.2015 00:02 | ferhenga şikestî

257. min guherand û min sedema şaşiya mijarê jî rave kiribû... ez moderator im ger şaşiyek bibînim dikim ku sererast bikim carinan rastî şaşiyan tên carinan nayêm. ji ber ku ez jî bi destûra we însan im ne robot im.

cardî dibêjim mijar şaş hatibû vekirin, kirde di dewsa bireserê de hatibû karanîn



19.11.2015 23:56 | ferhenga şikestî

251. (bnr: spas xweş) û (bnr: sihheta te xweş)



19.11.2015 00:19 | ferhenga şikestî

249. ew mijarên dijberî sererast kirine...

ew kirde ye

mijarên dijberî ravek e lê bes bireser e

sererast kirine jî pêveber e

kirin gerguhêz e lema ditewe, lê mesele ev e ku di hevoka jor de dijber bixwe ne kirde ye, bireser e lê dijber xwestiye bêje ku min sererast kirin yanê xwe dike kirde lê ne kirde ye bireser e, dema tu ku'yê bihînî beriya hevokê problem çareser dibe. an na şolî dibe lewma jî ku pêwist e

ezê aniha mijarê sererast bikim.



19.11.2015 00:13 ~00:16 | ferhenga şikestî

234. bikeve panalê, 'avatar biguherîne' heye di hêla çepê de



10.11.2015 23:10 | ferhenga şikestî

230. dê tirşik her li ser piyan bimîne, kes nemîne jî ez li vir im!



04.11.2015 01:10 | ferhenga şikestî

225. lê dîsa ji bo silametiya hilbijartinê û ya xwe, eşkere nekî baştir e karê vê dewletê çeqlomeqlo ye hay jê hebe birako*



01.11.2015 18:19 | ferhenga şikestî

224. tu zirar tune ye



01.11.2015 18:16 | ferhenga şikestî

203. ji ber ku formata tirşikê tiştekî nû ye di nava kurdan de pirrî nivîskaran dema nû qeyda xwe çêdikin qet hay ji formatê nîn in, hêdî hêdî hînî formatê dibin.

heqeret bixwe jî derî formatê ye lewma tên jêbirin. ji du sal bêtir e di tirşikê de dinivîsim ji saleke zêtir e jî moderator im heya aniha min bi tenê çar-pênç peyam jê birin. tev jî heqeret bûn.

îroj min peyamek jê bir, nivîskarek ji bo hdp'yiyan û pkkyiyan gotibû pinc yanê bêjî. ma keko ev ne heqeret e? ne çêr e? wê piştre jî yek rabe jê re bêje bêjî tu yî û dûre heta dêya hevudu jî bêjin (ji vir sê meh berê tiştekî wilo qewimîbû lewma ne zehmet e meriv siberojê fêm bike)



17.09.2015 00:36 ~00:37 | ferhenga şikestî

201. kek dijber tu bixwe di entryeke xwe de dikevî nakokiyê hem dibêjî bila kî çi dinivîse bila binivîse hem jî dibêjî bila prensîb hebe, jixwe ji ber ku prensîb hene peyamina tên jêbirin*

tirşik platformeke azad e heta cem xwudê bawerî pê azadbûna wê tînim lewma ye ku têde dinivîsim, lê di heman demê de formateke wê heye divê meriv baş têbigihîje ez bawer im cenabê te li ser formatê serwext nîn e. bi slogana 'kî çi dinivîse bila binivîse' nabe ger wisa bûya navê wê ferhenga înteraktîv nedibû, dibû tirşik forum. ha dibe ya ber dilê te forumek be lê li vir ne forum e heyra.

ez nikarim xwe di sosyal medyayê de rabigirim lewma êdî tu hesabê min ê sosyal medayê nîn e min teva betal kirin. ger behsa forumê bikî jixwe rewşa foruman ji faceyê jî xirabtir e. di foruman de surkulasyona zanînê nîn e xelk û elemê hew dijmînê dêya hevudu didin ew jî ne li gorî me ye ez bawer im. .

tişteke dî ku ez pê eciz dibim hama formata tirşikê û gotinên nivîskarên wê hesabê yekî/ê re nayê radibe gef li me dixwe, dibêje ez êdî nanivîsim. ma ev çi ye heyra? baş e nexwe ez jî bêjim serê pozkê we xwar e loma ez êdî nanivîsim! wilo nabe divê meriv tehemul li hevudu bike û di nava sînor û çarçoweya formatê de toleransê nîşanî hevudu bide.

tirsik ji bo mirovên me yên ku dil dikin emelên xwe bêyî minnet û teşqeleyê bi kurdî bikin, şansek e divê em vê yekê jî zanibin û hew



17.09.2015 00:19 ~00:21 | ferhenga şikestî

194. (bnr: formata forumê)



24.07.2015 15:51 | ferhenga şikestî

189. ez ji amedê me lê gelek caran çûme batmanê, jixwe ji xeynî çend zanîngehan -ku yên baş li tirkiyeyê ne- tu zanîngeh ne baş e lewma hewce ye mariv bajêr bikole

batman ne xerabe bi tenê bêhna petrolê tê hew*

ma çima keçik li vî bajarî nikaribe? heyret birsey yani...

nîvê bajêr jin e gelek keçik hene, gelek xwendekarên din hene çima ew dikarin, xwişka tr nikare? bajarên xwe ewqas jî piçuk nexînin eyb e.

madem hûn ne razi ne herin baş bixebitin û biçin stenbolê yan jî enqereyê



24.07.2015 12:42 | ferhenga şikestî

184. berê moderatorên trişikê dikarîbûn entryên nivîskarên dî yên tirşikê sererast bikirana lê niha patronê me bûye wekê patronê nû yê ekşiyê kanzuk û li me hatiye xezebê lewma niha em nikarin sererast bikin

ronahî ji kerema xwe re entrya xwe jê bibe careke dî biceribîne



19.07.2015 23:43 ~23:44 | ferhenga şikestî

182. pirsgrêkeke çawa?



19.07.2015 23:40 | ferhenga şikestî

165. (bnr: xendekî) yahû tu camêr î, zilam î bi xwedê!!!

çepik çepik çepik!!*

dema werim amedê bi navê sir û seqemê ez ê cigera herî xweş ya amedê û qehweya herî xweş ya amedê bikim îkramî te bijî bijî*



07.04.2015 22:29 | ferhenga şikestî

162. naxêr remlavêj ne ew e..spas..

yahû xendekîmin navê camêr û stranê li ser googleyê da ber pirsan axirê tiştekî jê derneket:/



07.04.2015 22:22 | ferhenga şikestî

159. gelo strana min nehat peydakirin? :(



07.04.2015 20:17 | ferhenga şikestî

156. xwudê ji we tevan razî be yahû, tê heye du meh e ku min hêş û aqil xwariye li pey şopa vê stranê*



05.04.2015 14:31 | ferhenga şikestî

153. hama xwudê ji te razî be patron, hewldana te jî besî min e heyra*



05.04.2015 13:58 | ferhenga şikestî

151. careke dî dipirsim kes strana ku di vê videoyê de tirşik forûm/63805 lêdide, nizane?

(bnr: hêvî simurg56 e:))



05.04.2015 13:41 | ferhenga şikestî

150. (bnr: tu bi çi rewşê de yî)



05.04.2015 13:26 | ferhenga şikestî

145. di vê videoyê de straneke soranî lêdide..

ji duh meh zêdetir e ku ketime li pey vê stranê lê min çi jî kir bi ser nebûm

kesên ku vê stranê dizanin bila ji bo qedrê xwudê bibêjin



Here lînkê



03.04.2015 22:41 | ferhenga şikestî

137. gelo mariv çawa dikare kesên ku marivî dişopînin bibîne?

yanê şaş fêm nekin, ne ji ber tiştekî, bi qewlê bavê min menfexet dînyasî ye, ez ê jî li gor wêya xelkê bişopînim*



26.03.2015 23:24 | ferhenga şikestî

108. na xêr keko, bi qasî 2 hefte ye ku li mala me jî tune ye, jixwe min niha peyama te dît pê werqilîm ku ne tenê ya min çûye



26.10.2014 21:12 | ferhenga şikestî

39. ez ji moderatorên me yên hêja û delal rica dikim ku peyama min a şaş ku biskek berê min nivîsandibû, bila ji xêra miriyên xwe, jê bibin an na ez ê bêtir rezîl û rencîde bibim*



not; bi telefonê mariv nikare peyama xwe jê bibe



26.06.2014 22:18 | ferhenga şikestî

19. Gelek spas dikim min peyda kir..

navê stranê jî 'dilê min' e



20.03.2014 00:33 | ferhenga şikestî

17. stranek heye ku bû çar roj e lê digerim min çi kir çi nekir dîsa jî min peyda nekir. min li cihekî bihîstibû çend peyvên ku di hişê min de mane ew in "em ê vexwin vê şerbetê em ê bikin vê suhbetê, ji min dûr neçe yek saetê...." wisa didome.. bila xêra dê û bavê we be, kî dizane nav û stranbêja/ê vê stranê?



18.03.2014 00:14 | ferhenga şikestî