Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ofîs] de;

2. navê taxeke amedê ye navdartirîn taxê ya amedê ye carinan ez jî di nav vê taxê ve dibuhurim hîseke ecêb min dipêçe digel ku 15 sal li ofîsê jiyam jî dîsa xwe di wir de biyanî hîs dikim ez bawer im ne tenê ez hemû amediyan wisa difikirin ji ber ku gava bajariyên amedê dikevin ofîsê dibên qey li vir kolana îstîklalê ye û tevger jî divê piçikek nûjen be nûjeniyeke bêwate û vala keçên ku di ofîsê de digerin nîvtazî ne û lawên beredayî jî heta nîvê şevê ku devê wan bigilêz temaşeyê qîzan dikin bi taybetî jî di ber " îş bankasi " tijî sût û lêçan in..gava ku çalakiyeke hebe û protestoya girtina dikanan hebe qet ofîs gûhê xwe jî nade..jixwe ez qet qala kolana hunerê nekim divê navê wê bibûya " kolana okey û populîzmê " carinan mariv neçar dimîne ku here ji ber ku ji xeynî wê derê hevalên me yên keçik nikarin rûnin mariv jî mecbur dimîne diçe û heta ku mariv ji wir rabe dîn û har dibe ez dikarim bibêjim ku ji ber ku neçim li wir qet halê hevalên xwe yên keç napirsim yan jî dibêjim ger ku hûn werin roj cafeyê emê hevudu bibînin. .pirri caran dibêjim baş e ku avm hatine çêkirin ji destê esnafên ofîsê ve el-eman! niha qet têkildar nabim bi wan re hemd û sena ji te ya reb.



05.12.2013 18:56 | ferhenga şikestî