Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kemasiya niviskarên zazakî dinivisin li ser tirşikê] de;

7. meseleyeke pirr trajîk e û pirr jî komîk e hêjayî lêkolînê ye.. de bêjin çima?

ez bixwe zaza me û zazakî jî dizanim û vêya bêjim heta pênç sal berê jî zazakiya min ji kurmanciya min çêtir bûn.. rewşeke pirr seyr û balkêş heye kesên ku heke li Amedê di kolanan de geriyabin belkî bala wan kişandibe guhê mariv ji kurmancî bêhtir zazakî dibihîze... ji ber ku zaza hemû di quntarên çiyayan de dijîn li gor kurmancî piçikek baştir xwe parastine di nava civatên zazayan de qet tirkî nayê axaftin ez ji hêne me û di hêne de zimanê bazarê zazakî ye ji zarokên ku dest bi axaftinê dikin ve bigire hete kalemêr û pîrejinên ku li ber mirinê ne, çi jin çi mêr hemû giş bi zazakî dipeyivin hama bibêje tirkî qet tune ye lê heta li vir pirsgirêk tune ye tiştê ku ez dibêjim balkêş e, ev e ku hama bibêje yekî/ê jî destê xwe nedaye rûpelek be jî bi zazakî tiştek nexwandiye û nenivisandiye stranên kurdî godarî dikin lê haya wan ji stranbêjên ku bi zazakî dibêjin ve tune ye her cara ku diçim henê ji min re dibêjin tu koka xwe ji bîr kiriye bi Kurmanciyê dijî lê qet guh nadî zazakî yaw xwelî li serê we be ma destê we şikiyaye hûn bo çi bêxebat û xemsar dijîn? bersiv tune ye.. pirr normal e ku di tirşikê de jî tunebe jixwe hebûya jî kes nedixwendin ez bawer im tirşikvanek zazakîavêf ji ber vê yekê êdî nanivîse



21.01.2014 20:19 | ferhenga şikestî