Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [moderasyona tirşikê] de;

67. Heman tişt nîn e
Min wek heta serê min diêşê bila carekê pozê min biêşê nivîsîye
Lê ew wek heta serê min dêşe bila carekê pozê min bêşe 'qaşo' sererast kiriye.
Tam sê car hevoka min guherand.



09.12.2021 22:21 | ferhenga şikestî

62. heta serê min diêşê bila carekê pozê min biêşê/138167
Yên wisa jî bûne moderator.
Çi bêkar û betalek



09.12.2021 22:01 | ferhenga şikestî

42. ez bala xwe didim hîç mijaran sererast nakin
divê her kes karê xwe bike qardaşim ma ev çi îş e gidî?



23.12.2019 01:35 | ferhenga şikestî

39. meriv ji ber bêhntengiyê çend roj nekeve jixwe qet sererastkirina mijaran nabe xema qûna yekî jî..

(bnr: strana adel ê ya mîna strana ahmet kaya)

aniha ewqas medarator hene, ma qet nakeve hêşê we yekî jî rabe vê mijarê sererast bike?



07.12.2015 13:43 | ferhenga şikestî

35. ger meriv destê xwe nede qet deng ji wan dernakeve. qet şaşiya sererast nakin. moderatorno ev çi hal e?

neyse hûn şikr bikin ku ferhenga şikestîheye*



14.11.2015 15:45 | ferhenga şikestî

31. min berê jî ev problem ji simurg56 re pirs kire lê tu deng jê nehatibû.

berê moderatorên tirşikê dikarîbûn entrya tirşikvanan sererast bikirana lê aniha nikarin bikin ya jê ecêbtir dikarin jê bibin, nikarin sererast bikin..

wek moderatorekî jê rîca dikim ku cardî mafê me bide me, please



15.09.2015 00:20 | ferhenga şikestî

23. moderasyona ku divê yoda jî têde hebe, ma gotinên me pere nakin qardaşim! dema camêr destê xwe li maseyê dixe herkes hiş dibe*



15.04.2015 23:44 | ferhenga şikestî

22. moderasyona ku îroj herkes lê hatiye xezebê..

ez bixwe çi qas ji destê min bê di vî karî de dikim ku bêteref bim lê her tişt ber bi çavên min nakevin. ma em jî însanin wî!

min mijara qantirkê jê bir û xelas..

di meseleya heqeretan de jî endezar jî neheqî kir lê neheqiya ku mele ehmedê nalbendî îro kiribû, di tarixa tirşikê de kes nekiribû, camêr rasterast sixêfan kiribû li hemberî endezarî lewma kirinên wî ji ya endazerî beloqtir bû û cardî xilas..



15.04.2015 23:41 | ferhenga şikestî

15. ji ber zext û tehdeya simurg56î em nikarin ji xeynî tiştên pûçik, tiştekî dî bikin..

bi şeref di warî despotîzmê de patronê me patronê ekşiyê jî bihurandiye*



07.04.2015 20:07 | ferhenga şikestî

11. karekî zehmet e, zahmetiya vê yekê ne ji ber giraniyê ye, bi pirranî meseleyeke psîkolojîk e..

dema mijar an jî entryên ku ji hêla rastnivîsiyê ve şaş, çewt dibînim, bê biryar dibim, gelo ji nivîskêr re peyam bişînim û bêjim te şaş nivîsiye, an jî entryê sererast bikim, an jî şîroveya xwe bikim bo ku rast bike, an jî dev jê berdim kî çi dike bila bike...?

ger dil bikim bo şandina peyamê, wê gelek eforên min ji kîsê laşê min herin, nikarim heftûhêşt bikim..

ger dil bikim û entryê sererast bikim, wêca jî divê dest ji nivîsandinê berdim û yeko yeko li peyaman binihêrim. û ev yek jî neheqî û bêhurmetî ye, belkî dilê nivîskêr ji min bimîne..

ger dil bikim di binê entrya nivîskêr de şaşiya wê/î binivîsim hingê hem gelek entryên tewşo mewşo çêbin û niqaşên nehwce rû bidin

ger dil bi tiştekî nekim û dev jê berdim wê çaxê jî di hêla standardîzayonê de ferhenga me wê qels û kêm bimîne, divê hin şaşiyên ji dera hanê ji vir bên qewirandin..

welhasil didim ber bêjingê, bêjinga reben ji qehra diperçiqe*



11.01.2015 18:26 | ferhenga şikestî