Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bêyî dilhiştinê bersiva neyînî ji bo deynxwestinê] de;

4. gotina na, naxêr, nabe, nikarim, naxwazim, qebûl nakim...hwd gelek zehmet e. bi taybetî eger we careke ji caran gotibe erê, temam, qebûl; hingê meriv careke dî nikare zû bi zû bersiveke neyînî bide.
di kurmancî de gotineke xweş heye bo vê rewşê (bnr: heta serê min diêşê bila carekê pozê min biêşê)

ne bi tenê deynxwestin, her weha dema yekî radibe tiştê ku hûn bi qebûlkirinê xwe pê eciz bikin ji we dixwaze, rîca dike meriv dibêje qey ger ez bêjim na, nabe dibe ku ezê dilê wî kesî bihêlim/bişkênim. ji demeke şûnde ev dibe edetek û wek zilqê mirişkan bi te ve dizeliqe mixabin.

min di vir de hindek qala eciziya xwe li ser pirtûkên deyngirtî anîbû zimên kesên ku pirtûkan bi deyn digirin/107757

li ser gotina na, nabe; bi sedan lêkolîn hene li ser înternetê, bi dehan maqalet hatine nivîsîn. êdî dibe nexweşiyek, piştî wextekî yekî xerib jî rabe ji we tiştekî bixwaze hûn ji wî re jî nikarin bêjin na. mesela vê rewşê memûrên bankayan, xebatkarên operatoran xweş zanin û li ser telefonê bi dehan tişt ji we dixwazin û hûn jî ji ber rik, israr û rîcayên wan şerm dikin, çarneçar qebûl dikin.

rêya hêsan ew e, na! rêyeke dî tune ye mixabin hama bila dilê wan bişkê, hama bila pozê we jî pê biêşê, tiştek pê nayê.
dema meriv êdî bi xwe bawer bibe, bi na'yê şerm neke piştî demekî jê zewq û kêf jî digire.
mesela aniha kî ji min kitêb bixwaze dibêjim na nadim! şaş dibe, pê dişeqize! dibêje bi rastî tu nadî? dibêjim na nadim, ez jî memûr im tu jî memûr î ez pere digirim distînim tu jî bistîne falan. paşê bi keyfeke mezin qurtek digirim ji cixareya xwe û dûmana wê bi orgazmeke mezin li berra ezmên didim*



09.12.2021 13:13 | ferhenga şikestî