Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hejmara dêran li bajarên bakurê kurdistanê] de;

5. Ti problemeke suryanîyan bi dewletê re tune bû. Lê problema dewletê bi cihû û ermenîyan re hebû.
Ya yekem di dewletê osmanîyan de kurd jî tirk jî Çerkes û ereb jî Hama bêje giş gundî, cotkar, esnaf bûn. Dewlemendên wan jî axa û Şêx û beg bûn. Ango misilmanên dewletê bi bazirganiyê re mijûl nedibûn zêde. Cihû, rûm û ermenî bi pirranî bazirganiyê dikirin bi taybetî cihû pirr dewlemend bûn. Li hemî dinyayê wisa bû. ger hûn romanên klasîk yên beriya du sed salan hatine nivîsîn bixwînin ev rastî di wir de gelek caran hatiye nîşandan û nîqaşa vê tiştê qewimîye. Gelek sebebên vê yekê hene tabî lê ew mijareke di ye. Lê wek mînak em dikarin bêjin ji ber ku dewleteke cihûyên tunebû, cihû erd û mal û gund nedikirrîn, her bi nakît-keş digerîyan. Ne gundîtî kirin ne jî cotkarî bi tenê bazirganiyê dikirin loma piştî geşbûna bazirganiya Global bûn burjuvazîyên mezin.
Li Kurdistanê jî Ermenîyên me yên bajarî karê bazirganiyê dikirin loma sermîyana wan hebû. ev yek.
Ya duyem ermenî jî behsa Ermenîstana mezin dikirin û ji nahçîvanê heya Diyarbekirê digotin li vir Ermenîstan e. Yanî bi du sebebên bingehîn navbera wan û osmanî û kurdan xira bû. Dewletê pêşî xelaya ermenîyan rakir, dest avêt mal û milkên wan dûre karê rûm û cihûyên Stenbolê safî kir û dest avêt mal û milkên wan jî. Beyoğluya Stenbolê di destê misilmanan de nebû piştî provokasyona dewletê hemû ji cihên xwe bûn. Bi vergi û bacên 'hebûn'ê mal û milkên yên mayî jî ket destê dewletê. Piştre dewlet burjuvazîya xwe ya netewî saz kir.

Suryanî jî wek kurdan feqîr bûn. Ne mal û milkên wan hebûn ku dewletê dest biavêta, ne jî doza dewletê kirin heya aniha.

Min dîsa mesele dirêj kir, bi kurtasî ti taybetîyeke berbiçav a suryanîyan ku dewletê pê xwe eciz bike tune ye. Ma dewlet doza çi li wan bike êdî?
Ermenî hem û mal û milkên xwe cazîb bûn hem jî bi daxwazên xwe yên siyasî bûn hedefa dewletê.



07.12.2021 18:21 ~18:23 | ferhenga şikestî

3. meriv dikare bi van îstatîstîkan di derheqê hejmara xaçperastan de krîtîkan bike.
li mêrdînê dêr pirr e çimkî nivê bajêr suryanî bûn, hindek jî ermenî hebûn
li amedê hemî ermenî bûn
ez bawer im jêmayîyên dêran ên colemêrgê û derûdora wê ji ber nifûsa zêde ya nastûrîyan e. (bedirxan koka wan qeland)
li welatê serhedê jî pirr ermenî hebûn, li gorî îsatîstîkekê ku ez ne şaş bim min di pirtûkeke altan tan de xwendibû; di sedî de 47-50 ya nifûsa serhedê ermenî bû.
tabî ev îstatîstîk bi çi qasî rast e û çend ji wan hê li piya ne çend ji wan hilweşîyane nizanim.



07.12.2021 13:26 | ferhenga şikestî