Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dost çiyayî] de;

9. Ev bi salan e tekane kitêba rehmetî ya bi navê qetranê dixwînim. Heta aniha Hama bêje sed car min ji serî heya dawî xwendiye.
Mixabin emrê wî têrê nekir ku bi helbestinên xwe yên dî edebîyata me şa bike.
Di edebîyata tirkî de jî em dikarin bêjin yek jê şairê qerresa û mezin ahmed Arîf e, Arîf bi tenê bi kîtabeke xwe di siîra tirkî de bi nav û deng e. Em dikarin bêjin dost çiyayî jî bi kîtabekê di nava edebîyata kurdî de xwedan karîzma û prestîjeke gewre û mezin e. Jixwe kitêba wî jî ji bîst helbestan pêk tê, her bîst helbest jî têra xwe kûr in. Ez di her xwendinê de tiştekî dî jê ferq dikim, ji ajitasyon û demogojî û qlîşeyan dûr e. Her lê kûrtir dibî wek noqî oqyanûsê bibî liqayî dewlemendî û zengîniyên nedîtî û kifşnebûyî tê.
Wek endazer jî li jor gotiye qetran yek jê baştirîn helbesteke kurdî ye

Ji xeynî vê kitêbê, camêr pirtûkeke metin kaygalak jî wergerandiye bi navê bîra rûyê min



28.04.2020 15:44 | ferhenga şikestî

5. helbeskarê ku wek şerabê ye ku min îşev xwe bi helbestên wî sermest kiriye. belê, ew jî helbestên wî jî wek şerabê ne. çiqas dixwînî ewqas xweş dibin. di devan de dibin peleseng



08.04.2014 00:46 | ferhenga şikestî