Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tu dûr î lê xem nêzik in] de;

1. Hawar, qêrîn û fîxana serap sönmezê ye





bi qewlê Arjenê rehmetî
'qîzikeke çil-kezî ne xweziyên min
bi şev dihûnim, bi roj wan şeh dikim
bi her şehkirinê re dilê te seh dikim
dimînim,nikarim derêm ji binê çalekê!

Bawer nakim ku kesên hestên xwe di biniya çaleke reş û tarî de wenda kirine û nema bi ser şopa hestên xwe yên mirî û riziyayî ve dibin ev stran nebe şimaqek û rastiya wan raberî wan neke!

Dema dibêje 'min bêrîya te kiriye', hemî stranên ku gotina min bêrîya te kiriye dihewînin dibin sergo.


evdal e evîn,

ciwaneke kal e.

û çîrokek e

li gel qulingê birîndar, bi mitale

kevintirîn e ji mem û zin

û ji mejûyê hezar-sale...



dilê'm, tu derwêşek î

dilê kê seh dikî,

qesîda te betal e!



10.05.2020 22:08 | ferhenga şikestî