Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [jinên pêşewayên kurd] de;

5. Wek Xelîl jî gotiye ji bo meşrûkirina anîna du sê hetta çar jinan ev mijar hatiye vekirin
Heqîqeten kenê miriyan tê ji halê misilmanên ku mejiyê wan di hezar berê de mane û di vê sedsalê de jî piştî çûyîna aşê ketine li pey çeqçeqê...
Eger tu dixwazî here çar jin bîne ew me eleqedar nake lê tu rabî ta ji nebîyê nûh jî hemî mînakan bênî li vir rêz bikî tu nikarî di vê serdemê de anîna pirr jinan meşrû bikî.

Nivîskarê hanê xwe di vê geramolê de ewqasî bê çare û lawaz hîs dike ku ji xelkê mînakan tîne, çimkî nikare baweriya xwe ya rizî û edetên pûçbûyî yên serdemekê yên misilmanan biparêze. Motacî mînakan e.

Sal bûye 2020, îroj ti mêrekî maqûl û xwedan feraset keça nake jina çarem ya mêrekî doxînsist. Belê yê ku di vê serdemê de çar jin ji xwe re bîne doxînsistekî ji dêra hanê ye. Hetta ne tenê doxînsist, bê ehlaq, bênamûs, qebrax, kêmaqil e.
Ji vir pênc şeş hezar berê jî jin pirr mêr dikirin, em çi bikin aniha? Jin jî bêjin bi xwudê mêrekî nikare hem zikê me têr bike hem nikare laşê me têr bike, loma em du sê çar mêr dixwazin, emê bêjin fitrat?

Xwudê aqil dayiye me lê hinekan xwe ji aqil û feraset û kemaliya xwudê bê par hiştine. Hê jî mîna sahabeyên hezar û pênc sed sal berê dixwazin bijîn. Wê gavê telefon tunebû tu çima bi kar tînî? Çimkî dinya jî însan jî xweza jî tim di veguherîn û guherînê de gêrr dibin, yê ku adepteyî dinyaya guherî û veguherî nebe nikare li ser piyan bisekine.
Lê tu bêjî ez bi gorî hesabê xwe tevdigerim, belê ez amûrên rojavayî kar tînim lê çar jin jî tînin, ez dibêjim çanda rojavayî kirêt e lê filmên wan temaşe dikim û kitêbên wan dixwînim û ji zanînên wan ên zanistî îstîfade dikim nexwe tu dirûyekî tam î.

Li gundê me bi navê Mele Mihemed melayekî heye, heya pênc şeş sal berê bi zekatên gundiyan debara xwe dikir û digot ez ne melayê dewletê me. Lê aniha melayekî bi kadro ye. Hiç ji bîra min naçe digot parêzer tev gunehkar in çimkî tim derewan dikin, di vê dewletê de karê parêzerîyê li dijî Îslamê ye. Lê hûn ê bawer nekin belkî lê keça wê aniha li zankoya dijleyê beşa hiqûqê dixwîne. Kî bawerî bi min neyêne bila were em herin gundê me lêkolîna wê bikin bê rast e yan na. Kurê xalê min jê re got te digot awuqatî guneh e? Got keça min soz dayiye min, got ez karê xwe qirêj nakim loma min destûr daye.
Ev mela û Hama bêje hemî misilmanên vî rengî li dijî xwendina keçikan in lê dema jina wan nexweş bikeve dixwazin doktoreke jin wan muayene bike. Ê ehmeq eger em bi gotina te bikin û nehêlin keçik bixwînin, hingê tu yê çawa jina xwe bibî li cem doktoreke jin?

Li Tirkîyê ev desthilatdar li hemî bajaran bi sedan lîseya îmam Hatîp vekirine, bo çi? Ji bo ku nifşeke 'dîndar' xwedî bikin, perwerde bikin. Lê siberojê pêdiviya te bi zanistî, tibbê, farmakolojiyê, teknolojiyên bi her cure çêbe tu yê bi artêşa xwe ya îmaman hewcedarî û pêdiviyên xwe pêk bînî? Lîse jî zanko û akademî jî giş çanda Awropayê ne, madem tu dibêjî dashni dixwaze çanda Awropayê bîne Kurdistanê, wê gavê tu çima di warê perwerdê de çanda Awropayê bi kar tînî? KurêN xwe bişîne medresê, keçikên xwe jî bike jina çarem a mêrekî û xelas!

Li gundê xwe karê çandiniyê bi gamêş û hespan bike, tovê ne bi makîneyên Awropayê bi destên xwe biavêje, nanê xwe di tenûrê de çêke, wexta dinya germ bû Klîmayê bi kar neyêne xwe di nava bajêr de bide li bin sîya darekî, bi ava bi şohbenê germbûyî xwe neşo, bi êzing û sobeyan ava xwe germ bike, firaqên xwe jî cilên xwe jî ne bi makîneyên Awropayê bes bi destên xwe bişo, cil û bergên Awropayê li xwe neke, telefon û kombers û televîzyon û radyo û înterneta Awropayê bi kar neyêne çimkî hemî ji ber çanda azad a Awropayê hatine hilberandin.
Li derekê azadî û serbestî û wekhevî û demokrasî hebe li wê derê, aramî û hizûr jî heye û ancax civatên vî awayî dikarin pêş ve herin. Loma Awropa telefon çêdike erebe çêdike amûrên teknolojik çê dike loma tu jî wisa bi devjihev li pêşketina wan û li alet û edavatên wan ên pêşketî dinêrî û xweziya xwe tînî.

Pêşketin û demokrasî û wekhevî û aramî ji serê we zêde ye hûn herin her roj li jineke xwe kîrê xwe rep bikin. Lê qene di vî warî de xwedan prensîp bibin û xatirê tu jinekê nehêlin. Mesela rojekê herin jina yekem, rojekê ya duyem û rojekê jî ya sêyem û a soxi ya çarem.



02.05.2020 14:05 ~14:14 | ferhenga şikestî