Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [amîdabad] de;

1. navê pirtûka fawaz husêne
pirtûk cara ewil di sala 2001an de çap bûye û di sala 2008an de jî çapa wê ya duyem ji weşanxaneya avestayê derçûye.
lewna pirtûkê wek çîrok hatiye tesnîfkirin lê lewna kitêba wî ya dî parîsabad jî wek roman hatiye tesnîfkirin. halbûkî her du jî bi 102 rûpel in. bi ya min ne çîrok e ne jî roman e bes novel e. yanî ji çîrokê dirêjtir e ji romanê kurtir e...
ez ne şaş bim wextekî selîm temo vê pirtûkê wergerandiye tirkî jî.
selîm temo ji bo pirtûkê gotiye 'kolay okunan zor bir kitab' yanê bi kurt û kurmancî pesnê pirtûkê dayiye û gotiye xwendina kitêb hêsan e lê têgihîştina sir û razên wê zor e

ez fêm nakim çima selim wisa gotiye? ev eger ez ne şaş bim pirtûka ewil a fawêz e. meriv dema dixwîne fêm dike. çimkî naveroka pirtûkÊ zêde zêde beyar e.
hama bêje diyalog tune ye bi giştî monolog e. lê monologên pirtûkê pir qels in, zimanê wê ji hêla hevoksaziyê ve ne xerab e lê meriv têde şop û rêçên kelepûra kurmancî nabîne, çimkî pirtûk ji biwêj, qalib, gotinên pêşiyan, wecîze..hwd berrî ye
gelek hevok gelek caran dubare dibin, gelek peyv gelek ji gelektirîn caran dubare dibin, hetta carekî min got gelo di çapa wê de xeletî heye? hevok wisa dubare dibûn. min got qey du sê car bi xeletî eynî rûpelê dubare kirine.
ji aliyê vegotinê ve jî gelek qels e, fawaz bûyerên pirtûkê bi selametî nenivîsîye, yanî di navbera pêkhatina bûyeran de qutbûyîn hene, meriv têkiliya her du bûyeran nikare bi hev ve bike çimkî fawaz sedemên tiştan eşkere nekiriye.
dibe ku tarza wî ev be lê ez dibêjim qey fawaz gotiye tiştekî binivîsim hama bi kurmancî be.
ji bo ku meriv ji teknîk û qabîlîyata nivîskaran fêm bike divê meriv derbarê nivîskaran de hindek xwedan agahîyan be,
carekî fawaz gotibû heta ku min memed uzun nas nekir min nizanibû kurdî zimanê edebîyatê ye. haya min bi saya mehmed uzun ji edebiyata kurdî çêbû û min got ezê jî bi kurdî binivîsim. hah! tam vê daxwaza wî derbarê pirtûkên wî de malûmatan dide me.



05.03.2020 11:32 ~11:36 | ferhenga şikestî