Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [12.02.2020 berfa amedê] de;

1. Berfa ku li dora saet di sisêya êvarê dest pê kiriye û di vê saetê de hêj jî xweş dike.
Piştî salên dûvdirêj li Amedê ez li erdê berf dibînim. Yan hîç nedibariya yan jî erdê hîç spî nedikir. Wa yê piştî salan erd çilspî bûye.
Sê saet berê ez çûbûm qehwexaneyê û bi qasî du saet rûniştim. Piştî ku rabûm min dît ku erd çilspî bûye. Cara ewil min kêf kir lê dûra hat bîra min ku divê deh km erebe biajom û herim malê û min hevalê xwe jî bir mala wî. Xwudêjêstendî mala wî di dawiya Amedê de û mala min jî di dawiyeke dî de ye heta çûm û hatim min 20 km rê xelas kir.
Cara ewil min di berfê de erebe ajot, xwudê careke dî neke qismet! Heta çûm û hatim dilê min dikir qulpequlp min di gurçikên xwe de kevir nehêlişt ji ber tirsan çimkî erebe dişemitîya.
Bi kurtasî bi xêr û xweşiyê be, ji bo zeviyan berf pirr muhîm e.



12.02.2020 22:06 | ferhenga şikestî