Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [egzama] de;

1. nexweşîyeke çermî ye
di laşê mirov de peyda dibe û ez dibêm qey heya dawiya emrê merivî ev nexweşî derman nabe.

belayê serê min e, hem di serê min de hem di birûyên min de hem jî di singê min de heye.
ez ji ber vê nexweşiyê hem zivistanê hem jî havînê her roj serê xwe dişom, ger rojekî serê xwe neşom porê min dixurê û ji ber xurandinê jî di por û birûyên min de kelk çêdibin ango kelk dikevin. (bnr: kelk ketin)

min gelek tişt ceribandin lê feyda nekir. di nava marqayên şampuanan de dîsa ji bo egzamayê ya herî baş head and shoulders e



23.12.2019 02:01 ~02:03 | ferhenga şikestî