Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [paşdemayîn pêşdeçûn vs paşeroj pêşeroj] de;

1. her bala min kişandiye ku kurd peyvên paşeroj û pêşerojê tev li hev dikin.
min ji bo zelalkirinê vê mijarê vekir.
dema yek bêje paşdemayîn çi tê bîra we?
dema yek bêje pêşdeçûn çi tê bîra we?
paşdemayîn yanê tiştê ku li paş e
mînak, sudan dewleteke paşdemayî ye, yanê dewleteke ne pêşdeçû û ne mûreffeh û ne dewlemend û ne adil e
pêşdeçûn yanê li pêş bûn
mînak, norweş dewleteke pêşdeçûyî ye, yanê dewleteke ne li paş e bes pêşketî, zengîn û adil e

kesî van her du peyvan tevlihev nake lê her kes peyvên pêşeroj û paşerojê tevlihev dike
ya rastî mantiqa dariştina her du celeb dijpeyvan hama bêje eynî ye.
paş û pêş wek berqertaf li ser koka peyvê fesiliye. û her du jî bi heman şiklî wateya peyvê diguherînin.



17.12.2019 10:41 | ferhenga şikestî