Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [fyodor dostoyevskî vs lev tolstoy] de;

1. Du nivîskarên mezin ên edebîyata rûsî...
Her dem xwîner û wêjehezan ev her du nivîskarên gewre dane ber hev.
Her du jî di heman demê de nivîsîne lê hîç hevûdu nedîtine. Her du jî tibabek pirtûkên serkeftî nivîsîne.
Li gorî hindek kesan daneberhevdana wan hinekî dişibe ya sêv û hirmîyan.
Bi ya min meriv nikare sedî sed bêje ev ji ya dî baştir e. Çimkî bi kurtasî bêjim dosto psîkolojîk e Tolstoy sosyolojîk e.
Ez hinekî zelal bikim. Dosto di romanên xwe de her li ser derûniya mirovan sekinîye û bêtirî tehlîla mirovan kiriye loma ji bo wî dibêjin ger ne ji dosto bûya psîkoanalîz ava nedibû. Tolstoy jî qala civata xwe kiriye analîz û tehlîlên sosyolojîk kiriye. Tolstoy vebêjekî ji dostoyî baştir e lê bi qasî dosto nikare analîza karekteran bike.
Sedemên van tiştan hene. Dosto feqîr e pirrî caran bi parsê dikeve û di civatê de cihê wî yê binketîyan e lê Tolstoy Arîstokrat bû ango mîr bû. Cihê wî di civata rûsan de her ciheke payebilind bû loma jî ne mimkûn e her du nivîskar jî bala xwe bi heman çarçoveyê bidin edebiyatê.
Tolstoy wextekî ji her tiştî eciz dibe û keça xwe jî digire ji malê direve. Însanekî ewqas dewlemend di gerajekî de dimire.
Dibêjin dema Tolstoy ji malê revîyabû bi tenê du tişt bi xwe re birin: Keça xwe û pirtûka dosto ya biraderên karamazov *



30.11.2019 14:43 ~14:44 | ferhenga şikestî