Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ajokarên amedê] de;

1. Bi rastî jî embesîl, ehmeq, korfêm û tirrek in.
Min bi tenê li Amedê erebe ajotiye loma nizanim rewşa ajokarên bajarên dî çawa ne lê yên Amedê tam bê namûs in.
-dema tu dibînî sed metre maye ji lambeyan re û ya sor pêketî ye loma leza xwe dadixînî. Çimkî tu bilezînî jî hêdîka jî biçî tu yê her bisekinî lê ehmeqê ajokarê li pişt te pêl li qornayê dike. Yaw mal tu bi 200 km biçî çi dibe? Tu hem zêde benzîn xerç dikî, hem balatayên frêna xwe kevn dikî hem jî emrê motora te kurt dibe.
-tu di navbera erebeya li pêş de mesafeyekê dihêlî. Çi ku ger ew ji nişka ve pêl li frênê bike dê qezayek çêbe. Lê aqilmendek tê dikeve navbera we. Lan xiyar ma ez nizanim mesafeyê kurttir bikim? Ji ber pîvaneke trafîkê mesafe dihêlim. Dema erebeyek dikeve navberê ijar tu dîsa mesafe vedikî ijar erebeyeke dî tê La helwela.
-lembaya trafîkê hê zer pêneketiye hemî pêl li qornayê dixin wek orkestraya senfonî ya Silêmaniyê. La bisekinin hê kesk pê neketiye law hê zer jî pê neketiye.
-tu dixwazî erebeya xwe parq bikî cih tune ye çimkî xêrnexwazek li dewsa du erebeyan ortê her du xetan de erebeya xwe parq kiriye
-tu di şerîta ortê de diçî erebeya li pişt te selektoran vedike ji bo ku rê bidî. Lan sînora lezbûnê 82 ye ez jî bi 82 diçim û di ortê şeritê de me rêya çi bidim ji te re hey kundir?



30.11.2019 02:24 ~02:26 | ferhenga şikestî