Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kurdî li bakur tenê bûye zimanê stranan] de;

3. tespîteke rast e lê kêm e...
di zimanê kurdî de aniha sê sektor hene.
edebiyat, rojnamegerî û mûzik.
di edebiyatê de berhemên kurdî her diçe zêdetir dibe lê çend kes dixwîne? edebiyateke lokal e, xwendevan nivîskar e nivîskar jî xwendevan e. îroj li hemî bajarên kurdistana bakur bigere û ji xelkê bipirse; ca ji me re sê heb nivîskarên nûjen bijmêre. ger ji hezar kesan yek jî bersiv de ez jî ne ferhenga şikestî me.
rojnamegerî heta çend salên beriya aniha jî li ser wergerên zimanên dî bû, aniha hinekî çêtir bûye lê ji derûdora xwe dizanim kes nûçe û agahiyên rojane li ser medyaya kurdî naşopîne.
û mûzik. mixabin zimanê kurdî bi tenê di hêla mûzîka kurdî de xurt e çimkî tradîsyonel e ango pişta xwe daye dengbêjî û çîrokbêjî. nizanim bi çi qasî bala we kişandiye, di nava zazayan de dengbêjî tune ye loma mûzîka zazakî gelek qels e. ez dikarim hemî hunermendên zazakî bi derbekê de bijmêrim çi ku hejmara wan bi qasî tilîyên destên min in.
min gelek stranbêj dîtin di jiyana xwe de bi tirkî diştexilin. belkî hûnê bawer nekin lê rojda bixwe her tirkî diaxife.
rojdaya ku hunermendeke zêdetirî bîst salan... rojekî em li derekê rûnîştîbûn. di masaya rex me de jî şanogerên amedê hebûn, rojda jî hat û bi qasî nîv saetan rûniştin belkî hûnê bawer nekin lê peyvek jî bi kurdî neaxifîn. giş jî li ser zimanê kurdî nanê xwe dixwarin. yanê mîna me mecbûrî zimanê tirkî jî nebûn.

tu li youtubê dinêrî giş bi tirkî dinivîsin û ji şîroveyên wan jî diyar e Iq'ya wan ji 20î kêmtir e.
ez bala xwe didim hevalên min carinan stranan dibêjin lê hemî gotinan û peyvan li hev dixin. mesela gotineke meşhûr e 'ciwan haco xweş dibêje lê ez ji kurdiya wî fêm nakim' pekî ji kî fêm dikin? xecê herdem, şahê bedo, koma sê bira, niza kîja stranbêjên dawet û dîlanan.



30.11.2019 00:58 ~01:20 | ferhenga şikestî