Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kurmanc zazayan asîmîle dikin] de;

4. Ez zaza me lê bi kurdî dizanim yanî kurdan ez asîmîle kirime :(
Yaw heqîqeten biwêja de were vî kerî ji vê buhurî re derbas bike li gorî wan zazayên ku vê Angaşta zikreş bi lêv dikin hatiye gotin.
Kurd zazayan asîmîle nekirine, çimkî dewletekê wek Kurdistan tune ye ava nebûye. Yanî nebirêz ehmeqno ger dewleteke unîter a Kurdistan hebûya û zimanê fermî yê Kurdistanê bi tenê kurmancî bûya û zazakî qedexe bûya me yê bigota belê Kurd zazayan asîmîle dikin. Asîmîlasyon polîtîkayeke sîstematîk a rejîmeke dewletekê ye. Yanî çi nebirêz ehmeq? Yanî ji bo ku li derekê meriv karibe bêje asîmîlasyon heye divê em bibêjin dewletek heye û ew dewlet sîstema asîmîlekirinê wek paradîgmaya xwe pejirandiye û asîmîlasyonê pêk tîne . Ka Kurdistan? Ka zimanê fermî yê kurdî? Ka avaniya kurdî ya unîter?
Neyse hevalno hûn guh nedin wan kesan.



28.11.2019 19:01 ~19:03 | ferhenga şikestî