Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ciwanmerd kulek] de;

38. min dawiya dawî qinyat lê anî ku wergêrîya camêr baş e.
ji ber ku kurdiya me qels e (ji qelsbûn qesta min ne bi tenê zanebûn an nezanebûna peyvan e, hevoksazî ye. mantiqa lihevanîna hevokan û têgihîştina wan hevokan e ) em nikarin ji wergerên wî fêm bikin.
pirtûka beyaz kale ya orhan pamuk wergerandibû kurdî (bnr: keleha spî) , bi qasî du meh berê min vê pirtûkê bi tirkî xwend û dûre min wergera ciwanmerdî girt destê xwe û min destê xwe lê peland, min dan ber hevûdu. camêr bi rastî ji heqê xwe hatiye. hevokên girîft û kompleks bêî ku senteksa kurmancî bifelişîne, xweş li hev anîye. pîroz dikim.



01.05.2021 23:46 ~23:49 | ferhenga şikestî

30. camêr hama bêje di salê de kêmtir du heb pirtûk dinivîsîne û çap dike
ez meraq dikim çima wilo dibeze? çima wisa ecele dike? fêm nakim.
êdî ev rastiyeke edebiyatê ye ku ya girîng nîtelîka pirtûkan e, ne hejmara wan e
tu li salê deh heb kitêb jî binivîsî ger kitêbên te neyêtin xwendin kes ji te re nabêje aferîm.
gelek kêfa min ji berhemendî û sekna wî ya entelektueliyê têt lê belê di nivîsandina berhemên xwe de zêde dilezîne, guh nade kûrbûnê loma her kes jê gilî û gazincan dike ku berhemên camêr nayên xwendin, zêde zêde tahmsarkî ne, divê bala xwe baştir bide yan na sed roman jî binivîse dê qîmetekê nemîne..
hama bêje hemî pirtûkên camêrî li cem min hene, min dest bi hemî pirtûkên wî kirine lê bes heta aniha ji bo hemî berhemên wî dikarim bêjim zêdetir 30 rûpel min debar kirin dûre min giş nîvco hêliştin. yav bi rastî jî nayên xwendin, meriv fêm nake behsa çi dike..



30.12.2016 13:53 | ferhenga şikestî

29. (bnr: 20:39)



30.12.2016 13:42 | ferhenga şikestî

25. Ez ne şaş bim par van çaxan beşdarî bernameya daxwendê bûbû, axirî qeyda bernameyê li ser youtubeyê bar kirine

Heçiyê dixwaze dikare temaşe bike, kurdiya camêr di warê axaftinê de gelek xurt e, hama bêje qet naterpile û hevokan bê qisûr bi miqameke xweş li hev tîne. Kêm nivîskar hene ku axaftina wan kêfê bide meriv. Nikarim ji bo roman û çîrokên wî bibim kefîl feqet kefîlî axaftina wî me, ciwanmerd ji wan nivîskaran e ku xweş bi kurdî dipeyive







27.07.2016 23:58 | ferhenga şikestî

22. zimanê camêr zêde zêde hişk e, nizanim bi min wisa hat..

vê taliyê bi navê çar yek pirtûkeke nû nivîsî

(bnr: çar yek)



14.11.2015 10:48 | ferhenga şikestî

16. nivîskarê ku kêliyeke berê li kadikoyê lîqayî wî hatim, ji xwe'r digeriya

mi go merhaba mamoste çawa yî? (hebekî heyirî, nivîskarên me li kurdistanê nayê nasîn, de vêca te go stenbol?)

go em hevudu nas dikin?

mi di hundirê xwe de got helbet ez te nas dikim, ma pirtûkên min hene tu min nas bikî?)

mi go li ser faceyê falan fîlan

go navê te çi bû?

serhed

go erê min şiklê te têderxist

û piçeke din jî em axifîn û ew lê da çû min bi hesreta amedê serê kir li ber xwe û çûm hey çûm..



27.03.2015 17:48 | ferhenga şikestî

13. ciwan e, merd e lê ne kulek e, kêfek e.. hêviya siberoja edebiyata kurdî ye..

vê taliyê jî bi navê (bnr: defterê perridankan) romaneke nû nivîsandiye û ji weşanxaneya avestayê derçûye bila bi xêr be ji niha ve naverok û tehma romana wî meraq dikim ez ê di peşangaha tûyabê de bikirim..

nivîskar û wergêrê ku romana orhan pamuk a beyaz kale bi navê (bnr: keleha spî) wergerandiye bo kurmancî..

ez gelek diheyirim û bi heyranî xebatên wî temaşe dikim, bi xebatên xwe û bi jîrîtî û jêhatiya xwe min dide şermê û ji teraliya xwe fedî dikim ji sê zimanan wergerê dike û bi kurmancî jî romanan dinivîse heya niha çar roman nivîsiye û ez ne şaş bim heft heb pirtûkên ji zimanên biyanî wergerandiya û kiriye diyariya zimanê welatê me.. emrê wî jî hê çend û şeş e..(di sala 1984'an de ji dayik bûye (bnr: zarokên xelkê)



05.11.2014 19:34 | ferhenga şikestî