Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tirkbûna serokên kurd] de;

2. Angaşteke rast e, ne tenê serokên kurdan, her weha nivîskar û rewşenbîrên kurdan jî tirk in.
Mesela ahmedê xanî tirkekî xav e lê Wexta pkk dibihize ku hanili ahmet mem ve zin'ê dinivîse cihde êrîşî wî dikin û berhema wî ya tirkî jê bi zept û rept jê digirin navê berhemê dikin mem û zîn, navê hanili ahmet jî dikin ahmedê xanî.
Tê gotin ku şêx seîd jî tirk e û ji malbata osmaniyan e ji bo ku li dijî ataturk serî rake Vahdettin wî dişine rojhilata osmaniyê lê ji ber ku nikaribe piştevaniya xelkê bigire ataturk dibêje Ew kurd e ithameke wilo giran a ku meriv li hewyanan nake bi ser navê şêx seîd dike ji loma serihildana şêx seîd têk diçe.
Mehmed uzun jî tirk e mesela, pkk wî tehdit dike ji loma mecbur dimîne diçe li qendîlê fêrî kurdî dibe û bi kurdî dinivîse.
Gelek kesên wisa hene ku tirk in lê ji ber pkkyê dibêjin em kurd in. Hetta selahaddînê eyyubî jî tirk e, tê gotin ji navçeyê stenbolê ya eyyüb'ê xwudê daye, li eyyüb'ê muxtar bûye navê wî ji wir tê jixwe, rojekî dike ku biçe civîna muxtaran a Recep Tayyip Erdoğan lê pkk rê li ber wî digire wî berdest dike bi zorê wî dibe qudsê illam billam jê re dibêje divê tu qudsê zeft bikî û bêji ez kurd im, yan na emê te bikujin, hetta di nameyeke murat Karayılan de jî behsa wê rojê tê kirin, Selahattin Demirtaş jî dibejîn şahit e
Belê hevalno divê êdî em bi pêşengiya mindal êdî rastiyên ku hetanî aniha veşarti mabûn derxînin holê. Belê spas dikim xwendevanên ezîz.
Not : ez jî tirk im lê Simurg56 ez tehdit kirim bo ku xwe wek kurd nîşanî we bidim, ji min faydalanmîş dibe :(



12.06.2017 23:42 ~23:45 | ferhenga şikestî