Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [brusk56] de;

82. hama bejê du sal berê di tirşikê de sernaveke ''di tirşikê de her roj peyamek binivîse'' vekiribû lê hama bêje ev du sal in ti tiştek nenivîsandiye, ev sal û nîvek e jî yek du car têketiye. ger em bi hesabê ewî camêrî bikin kêmtir 500 peyam deyndar e



05.12.2017 10:09 ~10:09 | ferhenga şikestî

79. nivîskarê ku îroj hemî peyamên xwe bi bawerke qedandiye

kuro bawerke em ji te bawer dikin*



06.01.2016 12:01 | ferhenga şikestî

70. pîra min berê ji min re digo, 'kuro bixwîne bibe doxtor ji xwe re mîna artîstan bigere, doxtorên me pax bi xelkê nakin, ji xwe re biaqil be' falan lê mi digo pîrê ez teralekî xwudê me ji min biqêre..

pîra min rast digo ev zilamê ha jî piştî ku bû doxtor pax bi xelkê nake êdî.

mi du hefte berê jê re peyam şiyandibû lê qet zehmet nekir û bersiva peyama min neda..

doxtor efendî! dinya ji te re jî namîne



24.08.2015 08:43 ~08:44 | ferhenga şikestî

59. ez ê mîna vî nekim û heqeretan lê nekim. bi tenê hay ji rastiya xwe hebe bes e. xwe pirr şibandiye neyarên xwe. tirk ji bo kurdan bi salan tu neman gotin, niha jî li ser ekşiyê çi çax di derheqê kurdan de mijarekê vebe, ji nîvê zêdetir heqeret, henek û tinaz in. neyar tu car qîmet nedane kurdan û wê tucar jî nedin. ez bim ez jî nadim, bila herkes li halê me binihêre, kurdekî ku em dibên qey têgihîştî ye, dikare ji bo kurdekî din î welatparêz, ji bo berjewendiyên partiya xwe, bêje gû û niza çi û çi.. nexwe neyar çima bike? fêm nakim..

ti çi kesî dibî bibe. wesf û meziyetên te çi dibin bila bibin, di nava berdêldayînê de çiqas keda te hene, bila hebin lê tu tiş te nake mafdar ku rabî sekn û helwesta însanan piçûk bixî û binpê bikî.

tu yekem û tekan otorîte nîn î

dibe kesinên din jî heqeret kiribin, qenebî tu heqeretê meşrû neke

edît: sererast



10.04.2015 20:18 ~22:33 | ferhenga şikestî

50. nivîskarê ku ketiye li ber bayê ezmûneke dijwar..

xwedê wî bihêle û serfiraz bike, bila xwe zêde neêşine dinya fanî ye*

jê rîca dikim bila beşa psîkîyatriyê hilbijêre, pêdiviya min/me pê heye.. de qiwet be gidî



16.01.2015 17:49 | ferhenga şikestî

48. tirşikvanê ku hama bêje di hemû mijaran de peyamên wî hene, ez kîja rojê bikevim tirşikê dibînim ku teqez peyam nivîsandiye lê axirê hejmara peyamên wî negihîstine sê hezarî...

yaw heqqet ev çi îş e? *



27.12.2014 15:05 | ferhenga şikestî

29. nivîskarê ku min îşev ew di rê de dîte em hinek peyivîn her çiqas carinan peyamên tund binivîse jî gelek xwîngerm e



01.03.2014 23:00 | ferhenga şikestî

14. navbera me di feysbûkê de baş e*



14.12.2013 00:57 | ferhenga şikestî