Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [modernîteya derengmayî] de;

3. beriya ku meriv li ser vê têgehê nîqaşek bike, divê bersiva pirsa gelo modernîte çi ye bide

ku bi ya min modernîte ne îcadek e ku meriv bi dest bixe, an jî ne hew pêvajoyek e ku meriv jê derbas bibe, bi min, herikîna zemên e ligel herikîna zemên, adaptasyona civatê ya pÊşveçûnan e.

geşendan û pêşvebûna zanîstiyê krîterek e, entegrasyona civatê jî nîşaneyek e.

bi pêşveçûna zanîstiyê civat di gelek mijaran de xwe pêşve dibe. zanîstî di heman demê de bandora xwe li ser edebiyatê, felsefeyê, hunerê û îdraqa estetîkê jî dike. berfirahbûna cosmosê ne bi tenê bi kêrê fîzîkê hat, îroj em dizanin ku dinya ne li ser qiloçên gamÊşekî de ye, ev bivê nevê raman û nêrîn û helwesta me ya jiyanê diyar dike..

ji vir bi qasî hezar sal berê jî kurd derengmayiyên zanîstiyê bûn, îroj jî, dema dewleta osmaniyan rêvebiriyeke navendî ava kir û hemî êlên dî yên tirkan têk bir û koka wan qeland, em kurd wan çaxan êl û êşîr bûn. ango me wê demê jî têra xwe bêhna rihê zemanî nekişandin hundirê xwe. piştî ewqas geşedanan, dewleta osmaniyan têk çû û tirk dewletekî netewî ava kirin, em hê jî êl û êşîr bûn, parametreyên me yên jiyan û tevgerê li ser esasê êşîriyê bûn...

kitêbên me ev deh salên vê taliyê gihîştin ber destên me, em hîn niha dest bi xwendinê dikin, pir kêm be jî reaksîyon hene, lê îja jî wexta pirtûk û defteran xelas bû, heyama dîjîtal welidî, êdî xelk ji dêvla kitêban, li ser netê hînî dinyayê dibe, li cem me hê jî çalakbûna li ser înternetê, wek qebhetekê tê dîtin..



min mijar hinekî tevlihev û şolî kir, biborînin. dixwazim wek dawî vê bêjim, gelek amûr û nîşane û çalakiyên ku aîdê vê heyamê ne, hene, lê em kurd bi giştî jê bêpar in, yên heyî jî qels û zeyîf in, çawa ku ji vir 500 sal berê em ji emareyên pêşvebûna wê demê dûr bûn, aniha jî em ji emareyên vê demê dûr in. kurd dereng mane, di her dewrê de ji her tiştan.



29.03.2016 22:27 ~22:29 | ferhenga şikestî