Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çiyayê sîpanê] de;

1. warê siyabend û xecê, di bakurê rojavayê behra wanê de ye..

min berê nizanibû çiyayekî çawa ye, hew ji stranan û bi saya serê destana siyabendê min navê wê bihîstibû..

şevekê min bilêta xwe birrî û di saet diduya şevê de siwarî otobusê bûm û ber bi wanê de çûm, ji bela ku derengî şevê bû cara ewil razam, qederekî çar-pênç saet derbas bû ku berbang derketibû, min li şibakaya otobusê li derve nêrî, di aliyê min ê çepê de behra wanê hebû, min cara ewil ditîbû, min biskek bi heyranî temaşe kir, dûre min dît ku tam li hemberî min, di qeraxa dî ya behrê de çiyayekî bilind û berz hebû, min qet çiyayekî wilo bilind nedîtibû, min ji yekî pirsî, got çiyayê sîpanê ye...

heta ku çiyayê sîpanê ji rotaya pencerê wenda bû, min lê nêrî, min telefona xwe derxist û strana çiyayê sîpanê hem ji dengê hozan serhat hem jî ji koma mizgînê çend car li ser hêv guhdarî kirin.

ew berbanga ha qet ji bîra min naçe, aniha jî kêngî ji milkê romiyan biecizim, ji dîmenên xwezayê wan bitengijim evê stranê vedikim, çavên xwe digirm dikevim xeyal û mitalayan..

ger rêya we bikeve wanê bilêta xwe ji paldanka hêla çepê bistînin û herin, piştî ku hûn tetwanê derbas kirin li hêla qeraxê binihêrin bi qewlê stranê 'kî here axa tetwanê wê bibîne çiyayê sîpanê...

ji dengê koma mizgîn





ji dengê hozan serhat







dîmenê ku derdikeve pêşberî we



Here lînkê



15.11.2015 13:32 ~16:56 | ferhenga şikestî