Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rexneyên ji bo tirşikê] de;

11. (bnr: temam bes lêxin zilam mir)



11.11.2015 12:05 | ferhenga şikestî

7. (bnr: yekîtiya tirşikvanan)*



10.11.2015 23:14 | ferhenga şikestî

3. min entrya ewil a ku behsa wê kirine û ji xwe re kirine sedem û gotine ji ber wê emê qala tirşikê nekin, xwend. tu problema ewê entryê tune ye. gûxwarin bijêwek e, yanê em ji kesekî re bêjin te gûyekî baş xwariye, tê wateya, karê ku te kiriye ne tu kar e, tu li ser rêya şaş î falan û bêvan. ez jî wek entrya dî dibêjim bi xwudê we gûyekî baş xwariye..

ji xeynî tirşikê di hemî ferhengên înteraktîv de têra xwe dijûn û heqeret û çêr hene, bila bikeve ekşiyê û bibîne ger peyameke(binêrin nabêjim mijarekê) bê dijûn dîtin, ezê dev ji tirşikê berdim lê dîsa jî hama bêje her roj çi çê çi xerab bi awayekî reklama ekşiyê tê kirin..

ez tiştekî dî bêjim, mîsal; malpereke tirkan ger bi tirkî weşanê neke bes bi kurdî bike û di warê karanîna zimanê kurdî de xelatê bigire, hûn zanin ewê çi bibe? dê dotira rojê di ferhengên tirkan de bi hezeran heqeret, dijûn û nifirinan bên nivîsîn bo wê malperê û xebatkarên wê.

em hê jî nikarin evê dinyayê mezin û global şîrove bikin, em newêrin ji kesekî re bêjin serê pozkê te xwar e lê qisûr mêze neke xwar e keko valleh billah xwar e û tu qebheta me jî têde tune ye..

bi qewlê tirkan özrü kabahatinden büyük, hincetên wan ên vala ji kiryarên wan jî xirabtir e. de baş e em bêjin ku li geverê tu dibistan, qurs, atolye û mamosteyên kurdî nîn in lê ev çi ecêb e ku malpereke nûçeyan a kurdan di nava niza çend hezar malpera nûçeyan de di warê karanîna tirkî de dibe yekemîn? dêmeg mesele ne îmkan û derfet in, bi tenê kopmleks in..

îmana min jî ji entryên heqeretane diçe lê car carinan ji ber bûyerên germ meriv bi derbekê de heqeretan dike, ma ne normal e? çima li vir cihê nivîsandina maqaletan e? û we xêr e?

çi qas ji destê min bê dixwazim entryên heqeretwarî jê bibim lê wêca jî nivîskarên me dilê xwe li me digirin, berê mafê sererastkirina entryan a rêvebiran hebû qene min dikarîbû wê çaxê hevok û peyvên xeternak û heqeretane jê bibirina lê niha em nikarin..

cara ewil bila fêrî formatê bin bila zanibin formata li vir çawa ye, bila dûre werin rexneyên xwe bikin.

ji bo we xebatên li ser zimanê kurdî wekî ku camêr gotiye, çiqas biqîmet bin jî, ji bo me jî emelên tirkî ewqas bêqîmet in, bila vê yekê jî zanibin û hew



10.11.2015 22:54 | ferhenga şikestî