Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kesên ne hêja ne ku mirov li ser wan binivîse] de;

2. kesên wilo tune ne..

dema tu li ser kesekî dinivîsî, ew nayê wê wateyê ku tu girîngî û qedrekê didî wî kesî..

divê meriv tir û dasê ji hev cihê bike.

tirk ne hêja ne temam lê bi kurdî li ser tirkan çiqas nivîs û belge hebin ewqas baş e.

ma ji bela ku em ji wan hez nakin û wan bi kîrê xwe nahesibînin, em qet xwedî agahiyê jî nebin? millet, civat, netew, mirov û wekîdin her tişt li ser zaninê, agahiyê û pêhaydarbûnê pêşve diçe.

aniha kêmasiya me ya herî mezin qelsbûn û geşnebûn û berfirehnebûna zimanê kurdî ye, îroj em dîroka xwe(bakur) bi tirkî hîn dibin. çima? ji ber ku di kurdî de belgeyên ku em pê tatmîn bin tune ye lewma em qîma xwe pê nayênin. pekî tirk çima behsa me kirine? ma hej ji me dikin? ma qîmetê dane me? na xêr ji bo berjewendiyên xwe yên netewî her tiştê me tomar kirine û di arşivên xwe yên taybet de veşêrdane, car carinan li gorî rewşa siyasî ya tirkiyê, belav dikin, ji quncikan derdixin û pêşberî raya giştî dikin...

ez kitek jî hej ji tirka û ereba û farisa nakim lê divê kurd bi kurdî hay ji wan hebin, bila dostê xwe jî neyarê xwe jî zanibin lê bila bi zimanê xwe zanibin.

peywira me ya sereke ev e ku di vê xirecir û qirêjiya dinyayê de em karibin tiştên baş wek mîras ji nêvî û nêvîçirçirkên xwe re bihêlin. bila sed sal paşê ranebin nebêjin ku 'kal û pîrên me ewqas ehmeq û nezan bûne ku hama behsa neyarên xwe jî nekirine'

wek encam ezê bêjim; her tişt hêja ye ku meriv li ser wê binivîse lê her kes ne hêja ye ku meriv bi nivîsanê ve girêde..



03.11.2015 23:14 ~23:17 | ferhenga şikestî