Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kêmasiyên tirşikê] de;

275. Vê talîyê bo min mezintirîn kêmasiya tirşikê agahiyên objektîf in.
Yanî mesela tu mijarekê dixwînî, hemî şîroveyên mijarê giş şîroveyên subjektîf in. Hama bêje hiç agahî û zanîn û malumat tune ye. Elbet li vir ferhengeke interaktif e ferqa vê jî ew e lê meriv dîsa jî dixwaze di her peyamekê de hem şîroveyên subjektîf hem ji agahiyên objektîf bixwîne û fêrî tiştinan bibe



14.04.2020 22:42 | ferhenga şikestî

240. (bnr: nivîskarên stabîlîze)



14.12.2019 15:14 | ferhenga şikestî

193. ev bû cara çendane dibêjim, min jî jibîr kir lê qet simurg56 gun nedayê, piştî serarastkirimê lînka youtubê ji eyar de dikeve û naşuxule! elo? elo? dengê min tê te? mi go piştî sererastkirinê lînka youtubê naxebite!



12.11.2015 15:13 | ferhenga şikestî

190. di pêhaydarbûna peyamên taybet de problem heye, dema peyam tê meriv nexasim jî di telefonê de bi rehetî nabîne, pê hay nabe



07.11.2015 22:42 ~2015.11.08 00:22 | ferhenga şikestî

189. yav min peyama xwe sererast kir, di peyama min de ji youtubê vîdeoyek hebû, piştî sererastkirinê vîdeo rabû..

ev çi ye yav nivê şevê? pirr hêrs bûm ha aniha!



04.11.2015 00:07 | ferhenga şikestî

176. dema meriv ji telefonê dikeve tirşikê, nikare nivîsên ku di nava stêran de hatine veşartin bixwîne..

ez ne şaş bim di ekşiyê de problemeke wilo nîn ne, ku çareser be xweş dibe



15.09.2015 00:30 | ferhenga şikestî

175. min berê gotibû yan na nizanim, jixwe nikarim wek kêmasî jî bi nav bikim; puntoya nivîsê ne xweş e yanê dema dixwînim ji nivîsê sar dibim. çêdibe yan tê guhertin nizanim lê ger patronê me puntoya tîpan biguherîna wê gelek xweş be bi xwudê



13.09.2015 23:13 | ferhenga şikestî

158. kêmasiya ku dermanê wê tune ye

(bnr: tunebûna nivîskaran)



15.07.2015 19:19 | ferhenga şikestî

134. mariv nikara dîwarê xwe paqij bike û mariv nikare (bnr: rewşa derûnî')yên ku hatine nivîsin jê bibe.

(bnr: ev çi hal e simurg56)?



11.04.2015 00:43 | ferhenga şikestî

132. hê jî di lêgerîna tirşikê de ferqa i û îyê tune ye!!!



10.04.2015 23:29 | ferhenga şikestî

130. hê jî problema veqetandina paragrafa dawîn ya ristê çareser nebûye mixabin



05.04.2015 14:32 | ferhenga şikestî

125. (bnr: patron tu li vir î?)

ka piçeke bala xwe bide min, dema mariv li ser mijarê tiştek dinivîse û heke peyv di dawiya paragrafê de nîvco bimîne li gor kiteyan venaqetîne ango carinan tîpeke tenê jî be di paragrafa jêr de derdikeve lewma nivîs piçeke tevlihev dibe..

ji kerema xwe re çareser bike..

û îtalica nivîsê jî qe ne xweş e loo çavê marivî diêşe



30.03.2015 01:59 | ferhenga şikestî

109. ez zanim patronê me dema vê mijarê dibîne dijmîna me dide lê ku hêrs nebe ez dê tiştekî bêjim..

dema mariv li mijarekê digere li şûna tîpa ş'yê nîşaneya pirs ?'ê derdikeve..

temam min qebul e ne ewqas meseleyeke giran e lê dawiya dawîn kêmasî ye ne wilo?



26.03.2015 23:02 | ferhenga şikestî

100. dema ku mariv enrtya xwe sererast dike, taybetiya youtubê êdî naxebite, mesela kêlikeye berê min bi şaşî url'ya vîdeoyeke şaş copy kir û jê hayil bûm ku şaş e tavilê min guherand lê min çi kir nekir jî dîsa çênebû..

(bnr: ev çi hal e simurg56)?*



06.03.2015 21:36 | ferhenga şikestî

97. yek ji wan kêmasiyan ew e ku (bi ya min kêmasî ye) dema mariv bixwaze entrya xwe sererast bike, li dû sererastkirinê mariv tu şop û rêç û delîlekê li pey xwe nahêle..

mesela di sîstema berê ya tirşikê de dema tu pê entrya xwe bilîsta, piştre saeta entryê diguheriya, li kêleka kêliya nivîsandina entryê, saeta guherînê jî xuya dibû û mirov pê wê hayil dibû ku enrty guheriye..

niha mesela em bêjin ku yek entrya xwe guherand, em nikarin vê yekê bisepînin..

birêz simurg56 ji kerema xwe re vê pirsgrekê çareser bike please



03.03.2015 23:34 | ferhenga şikestî

96. dema ku mariv entrya xwe serarast bike, bişkoka lînkê ji holê radibe



28.02.2015 18:29 | ferhenga şikestî

83. nêzîkê sal û nîv ji roja damezrandina tirşikê derbas bû lê mixabin hê jî dema ku bi telefonê mijarek vedikî hûn tîpên kurdî bi awayekî seyr û ecêb derdikevin, êdî ez eciz bûm dema wisa dibe êdî nema dixwazim mijarek vekim



19.09.2014 21:07 | ferhenga şikestî

71. kêmasiyeke din jî ew e ku dema tu ji yekê/î re dikevî trafîka peyaman, peyam li gor hatinûçûyînê ya beramber rêz nabe, yên hatî heye û yên çûyî heye yanî tu nikarî peyamşandina beramberiyê bi awayekî rêzkirî bixwînî, wek feysbûk û yên din nabe.. ji bo ku bikaribî hemû peyamên ji kesekî/Ê ve hatî bixwînî, divê yeko yeko pê li bişkokê bikî, vekî û cardî derkevî dîsa ya din vekî, bi awayî peyama li hember û bersiva xwe jî nikarî bixwînî..

divê wek yên çûyî û yên hatî nehata sîstematîzekirin.



26.06.2014 14:30 | ferhenga şikestî

69. berê, sernava 'formata tirşikê' bi awayekî zelal tim li jor bû ew jî ji bo nivîskarên nû yên tirşikê baş bû ku pê di derheqê formata tirşikê de çend rê û rêbazên sereke hîn dibûn lê niha nizanim çima ji holê rabû



18.06.2014 00:33 | ferhenga şikestî

68. kêmasiya ku kekê nazim tolhildan bi lêv kiriye, kêmasiyeke mezin e carinan ez jî pirr meraq dikim lê eger 2 roj nekevî nikarî peyamên 2 roj berê bibînî, zêdetir peyamên rojeke berê dikarî bibînî..

yek jê jî mesela em bêjin ku di filan rojê de gelek bûyer li cîhanê qewimîne û ez jî meraq dikim wê rojê di tirşikê de di derheqê wê bûyerê de çi hatiye nivîsîn? bikevim û bixwînim lê mixabin ew jî nabe



17.06.2014 22:31 | ferhenga şikestî