Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hola êzîda] de;

83. hêrsa çi halê çi? û reva çi halê çi?

birê min tu meseleyê manîpule dikî, gelek kêfa min ji êzîdiyan têt, ji ber ku kurdên resen in ango wek kurd mane, mi di entrya xwe ya ewil de jî û ya duyê de jî bo hatina te kêfxweşbûna xwr bi lêv kiribû û xweşhal im bi hebûna êzîdiyekî ya di tirşikê de lê meseleya min tiştekî din e.

her çiqas hesasiyetên te û yên êzîdiyan hebin jî ewqas jî yên misilmanên kurd hene lewma jî gotinên te wan tund dike, tiştê ku tu aniha dikî fîtne û fesadî ye, tu tim heqeretan dikî jiyana wan didarizînî û wek min cara berê gotibû ezê cardî bêjim ez kurdekî sekuler im, kiryarên misilmanan û tevgerên spastîk yên misilmanan ne xema min in, tu dev diavêje baweriya wan û piçûk dixînî, problem ev e.

ha were li vir heta ji te têt qal û behsa ezidiyatiyê bike, behsa çanda wan bike, rastî û şaşiyên wan vebêje, qala rabûn û rûniştin û edetên wan bike bila bejn li me dirêj be

wek gotina dawî, bo min ya girîng kurdbûn e, yên dî teferuat in



30.07.2015 18:02 | ferhenga şikestî

80. pirr beredayî ye..

hama bêje di hemî entryên xwe de ji bo misilmanan heqeretan dike, dilê xwe yê sêwî pê van tiştên berredayî rehet dike, tatmîn dike..

dema yekî were ji bo êzîdiyan heqeret bike wê dîn û har bibe lê ew bixwe tu rêz li ber misilmanan nagire bi tenê bi devê xwe yê kirêt xebera dide..

yav birê min em zanin tu êzîdî yî, me fêm kir lê bes xwe bihetikîne, piçekê asoya xwe firehtir bike, bi xwudê dinya ji te re jî namîne..

ji bo ehmeq û korfêman not: ez dîndar nîn im, hetta ber bi deîzmê ve diçim, yanê dema we rexne kir hay jê hebin, da ku li ser qûna rûnî nekin

ji bo ehmeq û korfêman not2: ne êzîdîtî ne jî misilmanî ne xema min e lê ez heta hetayî rêz li ber wan baweriyan digirim, di çavên min de giş eynî ne, misilmanên me çiqas paşverû bin, êzîdîtî jî ewqas paşverû ye, tev tije hûrafe ne û hew!



29.07.2015 14:30 ~14:32 | ferhenga şikestî

60. rengekî cuda ye lewma jî ji hebûna wî kêfxweş im, ez hez nakim ku mîna zarokan serê carê behsa formatê bikim, mirûzê xwe tirş bikim lê ez çi bikim simurg56 axa ez kirime moderator lewma pêwîst e karê xwe bikim

ez ji vî birê xwe rîca dikim heke şîroveyên xwe bêtir li gor formatê binivîse û eyarekê bide entryên xwe yên berê wê gelek sûdewar be bo me.

û ez iddia dikim ku heke wilo bike wê bibe populertirîn nivîskarê tirşikê, çimkî ev potansiyel pê de heye

ji kerema xwe vê mijarê (bnr: formata tirşikê) carekê bixwîne



08.07.2015 01:25 | ferhenga şikestî

49. baş e qenc e lê zêde zêde zorê dide entryan yanê gelek entryên camêr ji eyar ketî ne, ne bo dêrê ne jî bo mizgeftê ne, bêhna trollî jê tê lê bila xwudê bi xêr ke*



07.07.2015 00:09 | ferhenga şikestî