Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [instagram.com] de;

8. Hama bêje hemî hevalên min vê jehrê rexne dikin. Dibêjin her kes jiyana xwe ya rojane û taybet Parve dike. Ez jî bi kar tînim lê ez sepana wê ji telefona xwe jê dibim bi qasî mehekê şûnde dîsa bar dikim rojek an du roj lê dinêrin û dîsa jê dibim. Belkî du sal in ez wisa bi kar tînin.
Min behsa hevalên xwe kiribûn. Wek min got min ên ji derûdora hevalên xwe yekî/ê nedîtiye ku rexne li bikarhênerên vê sepanê neanîbin lê mixabin ew hemî rexne dar bixwe her roj ji hikayeyan jiyana xwe ya rojane û taybet Parve dikin. Pirr dikenin.
Belê maden ew bixwe dikin çima rexne dikin? Çimkî ev jehr e ketiye di nav damarên her kesî/ê û her kes dizane ku parvekirina jiyana taybet ne tiştekî qenc û rast e lê ew bixwe nikarin Parve dikin paşê rexne dikin ji bo ku nîşan bidin ku ew cuda ne, taybet in ne mîna xelkê ne. Keçik diçe şanoyê Parve dike, çimkî Parve neke kes nizane diçe şanoyê. Destê wê birîn dibe Parve dike çimkî dixwaze her kes eleqe pê nîşan bidin û berra xwe taybet hîs bike. Diçe betlane, konser, spor hwd... Her roj Parve dike law diçe derve pêl li pêlan dike dîsa Parve dike. Çimkî ew hay jê heye ku ji demsalan payîz e aniha û ew loma xembar e hestyar xelk hay jê hebîn ew cuda ye.
Mixabin hûn ne cuda ne wek cotikan hûn ji heman zikî welidîne.



30.11.2019 23:13 ~23:15 | ferhenga şikestî